22:45 26 Îlon 2017
Zindî
    YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

    Wezîrên YE: Divê mizakereyên bi Tirkiyeyê re berdewam bikin

    © REUTERS/ Murad Sezer/File Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Wezîrên karên derve yên welatên YE li Bruksel a paytexta Belçîkayê li hevdu civiyan û di mijara berdewamiya mizakereyên endamtiya Trikiyeyê de li hevdu kirin.

    Wezîrên karên derve yên welatên ji bo axaftina mijara Tirkiyeyê li Konseya Têkiliyên Derve ya YE li hevdu civiyan. Di hevdîtina ne fermî de welatên YE di derbarê siberoja mizakereyên endamtiya Tirkiyeyê de nêrînên xwe anîn ziman.

    Di derbarê hevdîtinê Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YE Federica Mogherini axivî û diyar kir ku biryar hat girtin ku di warê Tirkiyeyê de bila YE xwediyê helwesteke hevpar be. Rayedara YE anî ziman ku ew ji geşedanên li Tirkiyeyê bi endîşe ne lê diyaloga li gel hikumet û partiyên mixalîfên Tirkiyeyê wê berdewam bike.

    AVUSTURYA BI TENÊ MA

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di civînê de tenê Wezîrê Karên Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz xwestiye ku diyaloga bi Tirkiyeyê were birîn.

    Hat ragihandin ku ji xeynî Avusturyayê welatên dinên YE yên wekî Belçîka, Luksemburg, Spanya, Fransa, Almanya, Îngilîstan, Macarîstan, Bulgarîstan, Çekya, Estonya, Yûnanîstan, Swêd û Portekîzê li gel rexneyên xwe yên ji Tirkiyeyê dîsa jî xwestine mizakereyên bi Tirkiyeyê re berdewam bikin.

    SWÊDÊ GITRINA HDPyiyan REXNE KIR

    Her wiha hat hîn bûn di civînê de Swêdê ji ber girtina hevserok û parlamenterên HDPê rexneyên tund li Tirkiyeyê girtine.

    Nûnera YE Federica Mogherini jî diyar kir ku, "Divê xeta sor a YE tenê şûndeanîna cezaya darvekirinê be."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de