05:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Boyko Borisov

    Serokwezîrê Bulgaristanê: "Ez di hilbijartinê de biser nekevim ez ê îstîfa bikim"

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 408 0 0

    Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov ragihand ku di hilbijartina serokomariyê de namzetê partiya GERB Tzetzka Tzaçeva qezenç neke ez ê îstîfa bikim.

    Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov ragihand ku di hilbijartina serokomariyê de namzetê partiya GERB Tzetzka Tzaçeva qezenç neke ez ê bê şert û merc îstîfa bikim û ez careke din hew dibin şirîkê hikûmetê.

    Boyko Borisov li Sofya li taxa Bankyayê piştî ku dengê xwe da ji rojnamevanan re got: "Heke em hilbiljartina serokomariyê qezenç nekin bê şert û merc ez ê îstîfa bikim û li vê parlamentoyê jî em hew dibin şirîkê hikûmetê."

    DIVÊ SIYASETA WELAT WERE FORMATKIRIN

    Borisov di berdewamiya axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Heke endamê Partiya Welatiyên Pêşveçûna Ewropayê (GERB) di hilbijartinan de winda bike divê siyaseta welat were formatkirin. Ez bi dengê nava hemwelatiyan bawerim. Welatî îro wê daxwaza xwe ya îstîqrarê bidin dengdan."

    Bi heman mijarî:

    Bulgaristan: Buyuk tenê yek e ji 25 hezar kesên me li Tirkiyeyê vegerandine
    Rojnameya bulgarî: ‘Sedema krîza Bulgaristan û Tirkiyayê Bilal Erdogan’
    Hinek çekên suîqestê ku dixwestin ji Bulgaristanê têxin Tirkiyeyê hatin girtin
    Etîketan:
    Hilbijartina serokomariyê, Serokwezîrê Bulgaristanê, Boyko Borisov, Bulgaristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de