16:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Robert de Niro

    Piştî Trump, pêşniyara koçberiyê ji bo De Niro

    © Foto: Ekaterina Chesnokova
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9420

    Pêşniyareke koçberiya bo Îtalyayê ji aktorê navdar Robert De Niro re hat ku berî hilbijartina Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump gotibû, "dixwazim bi kulman pê (Trump) kevim".

    Şaredarê navçeya Ferrazzanoyê ya ku gelheya wê 3 hezar e, pêşniyarî Robert De Niro kir ku koçberî Îtalyayê bike.

    Şaredarê Antonio Cerio bangî De Niroyê ku Bappîrê bapîrê De Niro sala 1890î ji navçeya Ferrazzanoyê koçberî Amerîkayê bûbû kir û got: "Em amade ne bi sîngeke fireh pêşwaziya wî bikin. Piştî xeyalşkestina trump, eger bixwaze koçberî vê derê bike, ew ê bi xweşî bê pêşwazîkirin. Ev ji bo me serfirazî ye."

    De Niroyê ku him welatiyê Îtalyayê û him jî yê Amerîkayê roja hilbijartinê beşdarî bernameya Jimmy Kimmel Showê bû û bi henekî gotibû: "Muhtemelen ez ê koçî wê derê bikim".

    Herwiha aktorê amerîkî piştî hilbijartina Trump gotinên xwe nerm kiribû û wiha gotibû: "Ji ber ku êdî serok e, ez nikarim kulman jî lê xim, divê ez rêzê ji wî meqamî re bigirim".

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Trump: Trump li ber serxwebûna Kurdistanê nabe asteng
    Di xwepêşandanên li dijî Trump ên li DYAyê de gule bera kesekî dan
    Trump: Ger em êrîşê Esad bikin, em ê xwe di nava şerê Rûsyayê de bibînin
    PDK-Î Trump pîroz kir û got: Piştevanî û hevkariya Kurdan bike
    Trump: Min ji Pûtîn nameyeke pir baş girt
    Ji ber ku Trump bi serket, ew welêt diterikîne
    Şêwirmendê Hafiz Esad: Sûriyeyê sozên Trump bi kêfxweşî pêşwazîkirin
    Etîketan:
    aktor, koçberî, Antonio Cerio, Trump, Robert De, Îtalya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de