02:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Li Portlandê xwepêşandanên li dijî Trump

    Di xwepêşandanên li dijî Trump ên li DYAyê de gule bera kesekî dan

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li DYAyê piştî ku namzetê Komarparêzan Donald Trump bû serok, li bajarê Portland ê eyaleta Oregonê xwepêşandanên protestoyî hatin lidar xistin. Di van xwepêşandanan de gule bera kesekî dan.

    Li gorî zanyariyên ku polîsê Portlandê li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekiriye, di dema xwepêşandarên li hemberî Trump li Portlandê Pira Morrisonê derbas dikirin de, gule bera kesekî dan.

    Polîs daxwaz kir ku divê herkes bilez ji ciyê bûyerê dûr bikevin û şahidên bûyerê serî li wan bidin.

    Li gorî

    Polîsê Portlandê, gumanbar zilamekî wisa ye ku svetşortekî rengîn û bikum lixwe dikir.

    Li Portlandê roja çûyî di xwepêşandanên li dijî Trump de dîsa bûyer derketibûn. Xwepêşandarên ku hejmara wan digihişt yek du hezaran camên hin dikanan û wesayitan şikandibûn. Polîsan çalakiyên protestoyî weke ‘serhildan' nirxandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Ger em êrîşê Esad bikin, em ê xwe di nava şerê Rûsyayê de bibînin
    PDK-Î Trump pîroz kir û got: Piştevanî û hevkariya Kurdan bike
    Trump: Min ji Pûtîn nameyeke pir baş girt
    Ji ber ku Trump bi serket, ew welêt diterikîne
    Li DYA xwendekar ji bo protestokirina Trump daketin kolanan
    Etîketan:
    xwepêşandan, Polîsê Porlandê, Donald Trump, Eyaleta Oregonê, Pira Morrisonê, Portland, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de