02:09 24 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: Min ji Pûtîn nameyeke pir baş girt

    © AFP 2017/ Michael B. Thomas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump piştî k udi hilbijartinan de biserket, got min ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ‘nameyeke pir baş girt.' Trump diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de bi Pûtîn re bi riya telefonê hevdîtinekê jî bike.

    Trump ê ku ji bo Wall Street Journalê axivî, anî ziman ku wî piştî teqezbûna encamên hilbijartinê ji Serokê Rûsî Pûtîn nameyeke ‘pir baş' girtiye. Trump da zanîn ku ew plan dike ku di demeke nêzîk de bi Pûtîn re bi riya telefonê hevdîtinekê jî bike.

    Pûtîn di 9ê Mijdarê birûskeyek pîrozbahiyê ji bo Trump şandibû û tê de gotibû, "Ji bo ku têkiliyên Rûsya û Amerîkayê ji vê qeyrana heyî xelas bike û ji bo pirsgirêkên navneteweyî çareser bike, ew hêvî dike ku bi Trump re bixebite."

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî gotibû di navbera Pûtîn û Trump de tu hevdîtineke telefonê nehatiye plankirin.

    Bi heman mijarî:

    'Dibe Pûtîn û Trump li Pragê bicivin'
    Pûtîn telgrafa pîrozbahiyê ji Trump re şand
    Daxuyaniya Pêşî ya Pûtîn: Ew ê ne hêsan be lê em amade ne
    Etîketan:
    pir baş, name, girtin, Serokê nû yê Amerîkayê, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Donald Trump, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de