20:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump speaks to the crowd during a rally February 8, 2016 in Manchester, NH

    NYê derbarê Trupm de got: "Em xwedî endîşe ne"

    © AFP 2017/ Don EMMERT
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jan Eliasson, di daxuyaniya xwe ya ku piştî Donald Trump weke serokê DYAyê hatiye hilbijartinê de diyar kir ku Trump di nava NYê de dihêle endîşe çêbibe û wiha got: "Niha em di demeke zehmet de derbas dibin. Lê divê em bi xwîngermî tevneger in."

    Trump di kampanyeya xwe ya hilbijartina serokatiyê de Neteweyên Yekgirtî ‘lawaz û ‘bêkêr' nirxandibû û gotibû ku 'NY ne dostê demokrasiyê ne yê azadiyê ne jî yê DYAyê ye."

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYê Eliasson di kanala televizyonê ya Swêdê SVT ê de axivî û diyar kir ku ew hevî dike daxuyaniyên Donald Trump ne polîtîkaya DYAyê lê parçeyek ji kampanyeya hilbijartinê ye û wiha axivî:

    "Ti welatek bi serê xwe nikare bibe giravek. Îro em hemû bi hev ve girêdayî ne. Ez bawer dikim ku DYA di dahatûyê de jî wê parçeyekî girîng ji Neteweyên Yekgirtî be. Ev tişt aşkere ye ku di nava rêveberiya NYê de endîşeyek heye. Hin mijar hene ku em gelekî bi DYAyê ve girêdayî ne. Weke pirsgirêka abûhewayê, yên penaber û koçberan. Di pêvajoya dewirkirina serokatiyê de em ê bi ekîba Trump re pirsgirêkan biaxivin û bi hikûmeta ku wê bê hilbijartin re rûnên û di nava têkiliyên baş de bin."

    ‘PÊWISTIYA DYAYÊ BI NYÊ HEYE'

    Jan Eliasson destnîşan kir ku çavdêriya di pêvajoyê hilbijartinên welatên din de, di parastina aştiyê de û operasyonên leşkerî yên din de hewcedariya DYAyê bi Neteweyên Yekgirtî heye û diyar kir ku ew hêvî dike wê Donald Trump vê fam bike.

    Eliasson behsa axavtinên Trump kir û diyar kir ku di van axavtinan de sinyalên qutkirina alîkariya ekonomîk a DYAyê ji bo NYê xuya dike û wiha got: "Em niha di demeke zehmet de ne. Lê divê em xwîngerm tevnegerin. Divê em ji wê xalê tevbigerin ku NYeke baş dixebite ji bo berjewendiyên DYAyê ne."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Hafiz Esad: Sûriyeyê sozên Trump bi kêfxweşî pêşwazîkirin
    'Dibe Pûtîn û Trump li Pragê bicivin'
    Hacî Mahmûd bangî Trump kir: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Kremlîn: Em bi geşbiniyeke hayjixwe nêzîkî sozên Trump dibin
    Obama: ‘Ji bo serkeftina Trump çi ji destên me were emê bikin'
    Donald Trump çû Qesra Spî
    Etîketan:
    kanala televîzyonî ya Swêdê SVT, NY, Donald Trump, Jan Eliasson, Swêd, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de