10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Mihail Saakaşvili

    Saakaşvili li Ûkraynayê partiyeke nû ava dike

    © Sputnik/ Pavel Palamarchuk
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvili yê ku hefteya borî li Ûkraynayê dev ji parêzgariya Odessayê berda, daxuyand ku ew ê partiyeke siyasî damezirîne.

    Saakaşvili li Kievê civîneke çapemeniyê lidarxist û di civînê de diyar kir ku ew ê piştî îstifaya xwe bi hevalên xwe re platformeke siyasî ya nû û mezin ava bike.

    Saakaçvili da zanîn ku armanca wan guhertina bijareyên siyasî ye û got, "Armanca me ew e ku em hilbijartina zû lidarbixin. Em kesên ku ji serdemekê zêdetir di parlamentoyê de cih girtine û zêdetirî 2-3 salan peywira payebilind a dewletê kirine, nagirin partiya xwe. Di partiya me de wê nûnerên karsazên mezin tune bin. Em ê piştgiriyê bidin cîhana karsaziyê lê em ê destûrê nedin ku karsaz têkevin siyaset û parlamentoyê."

    Serokdewletê Ûkraynayê Pyotr Poroşenko Saakaşvili vexwandibû welatê xwe û welatiya Ûkraynayê dabûyê. Saakaşvili sala borî di meha gulanê de wek parêzgarê Odessayê hatibû tayînkirin û diyar kiribû ku têkoşîna li hemberî gendeliyê bi awayekî pêwîst nayê dayînû serê vê hefteya borî dev ji karê xwe berda.

     

    Bi heman mijarî:

    'Saakaşvili wê li Tirkiyeyê biryargeha derbeyê ava bike'
    Poroşenko, Saakaşvîlî ji wezîfê stand
    Saakaşvîlî biryara îstîfayê da
    Saakaşvîlî: ‘Me di şerê 2008an de ji Ukraynayê alîkariya leşkerî stend
    Gurcistan: Çatayev di serdema Saakaşvîlî de endamê îstîxbarata me bû
    Etîketan:
    avakirin, partiyeke nû, Serokdewletê Ûkraynayê, Serokdewletê berê yê Gurcistanê, Pyotr Poroşenko, Mihail Saakaşvîlî, Odessa, Kiev, Gurcistan, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de