20:36 16 Tebax 2017
Zindî
    Yunanistan Savunma Bakanı Panos Kammenos

    Wezîrê Yûnanî: Mustafa Kemal li Îzmîrê qetlîam pêk anî

    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Wezîrê Parastin ê Yûnanîstanê Panos Kammenos îdia kir ku damezirînerê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk li Îzmirê qetlîam pêk aniye.

    Li gorî nûçeya soLê Serokê Giştî yê Partiya Yûnaniyên Serbixwe û hevparê hikumetê Kammenos di kongreya 3yemîn a partiya xwe de polîtîkayên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan wek polîtîkayên êrîşkar binav kir û rexne lê girt. Kammenos got, "Rejîma Erdogan 55 hezar kesên ku mixalîfê wî ne, avêtin girtîgehê."

    Kammenos behsa nîqaşên Lozanê yên ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hatibûn destpêkirin kir û balkişand ser ‘raboriya Yûnanî' ya Îzmîrê û got, "Mustafa Kemal û Tirkan li Îzmîrê qetlîam pêk anîn."

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstan: Li Tirkiyeyê hikumet û muxalefet ji ber mijarek ku wan eleqeder nake şer dikin
    Hejmara penaberên li Yûnanîstan 60 hezarî bihurî
    Pavlopulos bersiv da Erdogan: "Binê Peymana Lozanê nekole"
    Etîketan:
    pêkanîn, qetlîam, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastin ê Yûnanîstanê, Mustafa Kemal Ataturk, Recep Tayîp Erdogan, Panos Kammenos, Îzmîr, Tirkiye, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de