01:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Macaristan Başbakanı Viktor Orban

    Macarîstan: Li Tirkiyeyê mixatabê siyaseta navxweyî Tirk in

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban anî ziman ku mixatabê mijarê siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê Tirk in û got em girîngiyê didin aramiya Tirkiyeyê

    Orban di Radyoya Dewletê ya Macarîstanê Kossuth Radioyê de axaftina xwe ya heftane kir û di derbarê qeyrana penaberan û mijarên di rojevê de hinek nirxandin kirin.

    Orban di axaftina xwe de peymana penabaran a di navbera Tirkiyeyê û YE de nirxand û got, "Macarîstan rêzê ji Tirkiyeyê re digire. Mixatabê mijarên siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê Tirk in. Ew bi xwe dikarin biryara daxwazên xwe bidin. Dîtina Macarîstanê ew e ku divê Tirkiye bi aram be, berovajiya vê yekê ji bo me jî metirsiyee cidî ye. Divê em li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin hêzên siyasî yên ku pergalê, aramî û îstiqrarê pêk tînin."

    Orban di derbarê yasaya qebûlnekirina penaberan a ku li Meclîsa Netewî ya Macarîstanê hat redkirin de jî diyar kir ku divê mijara penaberan wek mijareke di ser partiyan re were nirxand û got, "Helwesta YE ya di derbarê mijara penaberiyê de dibe ku li Brukselê di 15 û 16ê Kanûnaê di lûtkeya YE de diyar bibe."

    Bi heman mijarî:

    Luksemburg: Bila Macarîstanê ji YEyê bê avêtin
    ‘Li Macarîstanê zilmeke mezin li penaberan tên kirin'
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Etîketan:
    siyaseta navxweyî, mixatab, YE, Serokwezîrê Macarîstanê, Viktor Orban, Tirkiye, Macarîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de