17:08 19 Hezîran 2018
Leşkerê Afganistanê

Amerîka ji bo parêzbendiyê pere dide Afxanîstanê

© AFP 2018 / Roberto Schmidt
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Konseya Bilind a Xilaskina Afxanîstanê Saîd Akbar Aga budçeya nû ku ji 5.8 mîlyar dolarî pêk tê û ji aliyê Barack Obama ve hat pêşniyarkirin ku bo operasyonên li dijî DAIŞê li Afxanîstanê were bikaranîn nirxand û ragihand ku Amerîka ji bo mafê parêzbendiyê li welêt bidest bixe vê pere dide.

Saîd Akbar Aga ku endamê berê yê Telebanê bû ji Sputnikê re axivî û got: ‘Pere dayîn dê encam ne de. Amerîka bi vî pereyê dixwaze ser suçê xwe yên li Afxanîstanê bigire.'

Aga destnîşan kir ku pergala darazê ya navneteweyî di bin bandora Amerîkayê de ye û ji bo pirsgirekên li Afxanîstanê çareser bike pasîf tevdigere. Lê kuştinên kesên bêguneh li Afxanîstanê dewam dikin. Sedema vê yekê ev e ku hikûmet nêzî qaşo Hêzên Alîgir ya Ewlehî disekinê ye.

Herwiha navborî eşkere kir ku rêvebiriya Afxanîstanê bi Amerîkayê re peymana ewlehiyê mor kiriye û Amerîka li erda Afxanîstanê parêzbendî bidestxistiye. Li ser vê yekê hêzên biyanî li welêt îşkence kirina kesên bêguneh û ji bombekirina bajaran êdî natirsin.

Bi heman mijarî:

Amerîka ji bo operasyonên li Afxanîstan û Iraqê 5 trîlyon dolar xerc kir
Du leşkerên amerîkî li Afxanistanê hatin kuştin
Li Afxanistanê di 24 saetan de 66 kuştî
Li Afxanistanê êrişa 2yem: 12 kuştî 20 birîndar!
Etîketan:
bidestxistin, budçe, parêzbendî, pere, Sputnik, Saîd Akbar Aga, Barack Obama, Afxanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de