17:07 24 Sibat 2018
Zindî
    Xwendekarên ermenî li Zanîngeha DYAyê pêşkêşiya Ataturkê asteng kirin

    Xwendekarên ermenî li Zanîngeha DYAyê pêşkêşiya Ataturkê asteng kirin

    © Foto: Facebook/Armenian Youth Federation
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xwendekarên ermenî yên li Zanîngeha California State University Northridge (CSUN) li pêşiya pêşkêşiya derbarê avakarê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk de bûn asteng.

    Li CSUNê dersa bi navê ‘Hunera Serokatiyê' ya ji hêla Prof. Dr. George W. Gawrych di çarçoveya ‘hefteya Ataturk' de hatiye amadekirin rastî prosetsoya xwendekarên ermenî hat. Xwendekar bi îdiaya ku Tirkiye berpirsiyarê bûyerên 1915an e protesto lidar xistin û dîmenên protestoyê di rûpela tora medyayê ya Armenian Youth Federation (Federasyona Ciwanên Ermenî) de parve kirin.

    Xwendekarên ermenî sloganên ‘Tirkiye sûcdarê qirkirinê ye' û ‘Hûn qirkirinê înkar dikin' berz kirin û akademisyenê ku pêşkêşî amade kiriye protesto kirin. Hate destnîşankirin ku bangî polîs hatiye kirin û Prof. Dr. Gawrych salon terk kiriye.

    Etîketan:
    Qirkirina Ermenan, Zanîngeha California State University Northridge (CSUN), Armenian Youth Federation (Federasyona Ciwanên Ermenî), Mustafa Kemal Ataturk, Prof. Dr. George W. Gawrych, California, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de