21:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Donald Trump

    'Dibe Pûtîn û Trump li Pragê bicivin'

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadweryê yê berê yê Çekyayê Jiri Vivadil diyar kir, dibe Serokkomarê Çekyayê Milos Zeman Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê 45an ê Amerîkayê Donald Trump li paytexta Çekyayê Prahê bicivîne.

    Piştî ku Serokkomarê Çekyayê Zeman, Donald Trump vexwend welatê xwe, balyozê Çekyayê yê berê li Amerîka û Rûsyayê Petr Kolar îdia kir ku dibe lûtkeya Trump-Pûtîn li Pragê pêk were. Wezîrê berê Vivadil bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku ew ê tiştekî "bêhempa" be, eger serokkomarê Zeman Pûtîn û Trump bicivîne.

    "ÇEKYA JI BO SEROKÊ NÛ, NE WELATEKÎ ASAYÎ YE"

    Vivadil got: "Zeman dikare bi navbeynkariyê di navbera Pûtîn û Trump de bike. Nexasim ku Zeman polîtîkayeke erênî li himberî Rûsyayê dimeşîne û di 70emîn serkeftina şerê Cîhanê yê Duyem de, çûna wî bo Rûsyayê ev tişt eşkere nîşan da."

    Herwiha wezîrê berê diyar kir ku Çekya cihekî giring di biyografiya Trump de digire û wiha pê de çû: "Hevjîna berê ya Trump a berê Ivana Trump modeleke çekî bû. Qîza Ivanayê bi awayekî çalak cih di kampanyaya wî de girt. Lewra Çekya cihekî giring di jiyana Serokê Amerîkayê yê nû de digire."

     

    Bi heman mijarî:

    Li kreşên Çekyayê tevdîrên ewlehiyê ya nû dest pê dike
    Serokê Çekyayê: "Bila Ewropa serbestiya vîzeyê nede Tirkiyeyê"
    Çekya, dê sînorên xwe xurt bike
    Çekya deriyê xwe ji akademîsyenên tirk ku tên tasfiyekirin re vekir
    “Ev der Çekya ye û divê wiha bimîne”
    Komara Çekê bû Çekya
    Etîketan:
    civîn, Ivana Trump, Vladîmîr Pûtîn, Donald Trump, Prag, Çekya, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de