15:52 24 Hezîran 2018
Çapemenî - Rojnamevan - Rojnameger

Rêxistina Efûyê derbarê Tirkiyê de ‘banga lezgîn' kir: Rojnamegeran serbest berdin

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (AI) derbarê rojnamegerên girtî û azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê de ‘banga çalakiya lezgîn' kir.

Rêxistinê bang di bin navê ‘Li Tirkiyê Fişara Giran a li ser Çapemeniyê' kir û wiha hate gotin: "Di 4ê Mijdarê de ji rojnameya Cumhuriyetê 9 rojnameger û rêveber ji bo dadgehkirinê hatin girtin. Ji hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û ji ragihandina Rewşa Awarte ya 20ê Tîrmehê û vir ve, ji bo dadgehkirinê herî kêm 112 rojnameger û xebatkarên medyayê girtîne û di heman demê de bi Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê de (KHK) 169 dezgeyên medyayê hatin girtin."

‘BI REWŞA AWARTE RE FIŞAR BI AWAYEKÎ CIDÎ ZÊDE BÛ'

Rêxistinê balkişandiye ser wê rewşê ku rayedarên hikûmeta AKPê, bi yaseyên dijterorê û heqaretê re çalakvanên siyasî û rojnameger jî di nav de, kesên ku polîtîkaya dewletê û wezîfedarên dewletê rexne dikin ji xwe re dikin hedef û wiha tê destnîşankirin: "Êrîşên li ser medyaya muxalif bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê re bi awayekî cidî zêde bûn. Di encama girtina dezgeyên medyayê yên muxalif di çarçoveya KHKan de zêdetirî 2500 rojnameger bê kar man û karta çapemeniyê ya 777 rojnamegeran hate betalkirin. Ji 112 rojnamegerên girtî 78ê wan di çarçoveya lêpirsîna ‘FETO/PDY'ê de hatine desteserkirin, 26 ji wan jî xebatkarên saziyên medyaya kurd in."

‘GIRTIN VEGUHESTÎ AMÛRA CEZAKIRINA KÊFÎ'

Rêxistina Efûyê bibîr dixe ku hin rojnameger zêdetirî sê mehan in girtî ne û bang li hikûmetê kir ku rojnamegeran serbest berde. Banga AIyê wiha berdewam dike: "Girtin veguhestî amûra cezakirina kêfî. Rojnamegerên girtî di saziyên çapemeniyê yên muxalif dixebitin ku ji weşanên têkildarî Fethullah Gulen bigirin heta weşanên kurd, sekuler û xwedî nerîna çep gelek derdorên siyasî digire navxwe. Divê dest ji girtina kêfî ya hemû rojnamegeran bê berdan û hemû serbest bên berdan û rayedar heta ku ji bo sûcên di qada navdewletî de tên naskirin û ceza hewce dikin delîlên pêbawer pêşkêş nekin, divê hemû sûcdariyên derbarê wan de ji holê bê rakirin."

Bi heman mijarî:

Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
Piştî êrişa karwana Kiliçdaroglu rojnamevan Ergun Babahan hate desteserkirin
Polêsan bi ser mala rojnamevan Ragip Zarakolu de girt
Li gor raporta Bianet ê li Tirkiyê 28 rojnamevan di girtîgehê de ne
Rojnamevan Refîk Tekîn bi ‘piştgiriya terorê' hat sûcdarkirin
Etîketan:
banga lezgîn, Biryarnemaya di Hikmê Yaseyê de (KHK), rojnameger, hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, FETO/PDY, Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty), Fethullah Gulen, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de