08:36 21 Sibat 2018
Zindî
    Şewat

    Li Hindistanê di febrîqeyê de şewat: 13 mirî û 9 birîndar

    © AFP 2018/ AMINU ABUBAKAR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytextê Hindistanê li New Delhiyê di febrîqeyeke tekstîlê şewat derket, di encama şewatê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Li paytextê Hindistanê li New Delhiyê ji sedemeke nediyar di febrîqeyeke tekstîlê şewat derket, di encama şewatê de 13 karker jiyana xwe ji dest dan, 4 jê giran 9 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsê hikûmeta Hindistanê yê eyaleta Uttar Pradestê Naresh Mathur di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro di seetên sibehê de li bajarê pîşesazî yê Sahibabadê di febrîqeyeke tekstîlê de şewat derket. Piştî şewatê tîmên agirkujiyê agir xistin bin kontrolê, lê di şewatê de 13 karkeran jiyana xwe ji dest da, 4 jê giran 9 kes jî kes jî birîndar bûn.

    Herwiha li gorî daxuyaniya berpirsê hikûmetê Mathur sedema derketina şewata febrîqeyê ji terefê hêzên ewlehî ve tê lêkolînkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Hindistan dê konsolosxaneya xwe li Hewlêrê veke
    Çîn û Hindistan, daxwaza pergala moşekên S-400î dikin.
    Hindistan – Li dijî pergala Kastê berxwedan: 7 mirî
    Etîketan:
    Li Hindistanê di febrîqeyê de şewat, Berpirsê hikûmeta Hindistanê yê eyaleta Uttar Pradestê, Naresh Mathur, Uttar Pradest, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de