01:54 25 Hezîran 2018
Barak Obama

Obama ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê budçe xwest

© REUTERS / Kevin Lamarque
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Obama ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û operasyonên li Efxanîstanê bi qasî 5 milyar û 800 milyon dolar budçeya îlawe xwest.

Obama ji bo Serokê Meclîsa Nûneran nameyek şand û Ji bo Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derve û Ajansa Geşedana Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) budçeya îlawe xwest.
Obama di nameya xwe de balkişand ser ku ew bûdçe wê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û operasyonên li Efxanîstanê were bikaranîn.

Wezîrê Karên Derve John Kerry bi daxuyaniyekê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û ewlehiya Amerîkayê girîngiya vê budçeyê derbirî. Kerry got, "Ev budçe li herêmên ku DAIŞê lê bandor kirineji bo pêkanîna alîkariyên mirovî wê bibe çavkanî. Di heman demê de ev budçe ji bo carekê wê ji bo zêdekirina ewlehiya balyozxaneyên me yên ji aliyê DAIŞê ve tên tehdît kirin, were bikaranîn."

'EM DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞÊ DE DI SERDEMEKE KRÎTÎK DE NE'

Kerry destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de ew di serdemeke krîtîk de ne û diyar kir ku ew ê ji bo bidestxistina piştgiriya pêwîst bi Kongreyê bixebite.

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter jî di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û budçeya ku tê xwestin wê di kîjan qadên wezareta wî de were bikaranîn, eşkere kir.

Carter da zanîn ku ew budçe wê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û operasyonên li Efxanîstanê were bikaranîn û ev nirxandin kir: "Budçe di encama pêşniyarên fermandarên me yên li sehayê hat pêk anîn. Budçe li gel Wezareta Parastinê ji aliyê Wezareta Karên Derve û USAIDê ve wek pakêteke hevpar hat pêşkeş kirin. Li gel encamên di qada şer de em ê piştgiriyê bidin xurtkirina têkiliyên dîplomatîk û têkoşîna li dijî DAIŞê."

Bi heman mijarî:

Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
Amerîka: "Li Sûriyeyê ji bo ‘herêma bi ewle' tu xebatên me bi Tirkiyeyê re tunene"
Amerîka: YPG wê di operasyona Reqqayê de cih bigire
Fermandarê Heşdî Şebî: "Amerîka ji bo berjewendiya xwe DAIŞê bombebaran dike"
Etîketan:
têkoşîn, xwestin, budçe, DAIŞ, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Ashton Carter, John Kerry, Barack Obama, Efxanîstan, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de