04:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Matteo Renzi

    Îtalyayê bertek da Tirkiyeyê

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokwezîrê Îtalyayê Renzî got Tirkiye ya ku rojnamegeran, endamên dadweriyê û wekîlên mixalîf bigire nikare bibe endamê YE.

    Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di kanala bi navê LA 7ê de beşdarî bernameya ‘Faccia a faccia' (Rû bi rû) bû û behsa geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê kir.

    ‘DIBE KU PIRSGIRÊKA DIN A EWROPAYÊ BALKANAN BE'

    Renzi li berfirehbûna Ewropayê axivî û got, "27 welat an hindik in an jî gelekî zêde ne. Berfirehbûn gelekî bilez pêk hat. Lê divê em welatên namzet ên wekî Arnavutî û Sirbîstanê bigirin nav YE. Ji ber dibe ku pirsgireka din a Ewropayê Balkanan be. Divê em pirsgirêkê biçûk nebinin." Renzi li ser pirsa, "gelo tu wateya berdewamî ya mizakereyên bi Tirkiyeke wiha re heye?" jî got, "Mizakereyên bi Tirkiyeyê re jixwe sekinîne. Tirkiyeke ku rojnamegeran, dadger û dozgeran, wekîlên mixalîf bigire nikare têkeve YE."

    'AN EW Ê LI GORÎ QYIDEYAN TEVBIGERIN AN JÎ EM Ê BUDÇEYÊ RED BIKIN'

    Renzî yê ku welatî wî ji ber kêmasiya piştevanî ya di kêşeya penaberan de bi YE re rûbirû ma, li ser budçeya YE ya 2017a got, "An ew ê li gorî qyideyan tevbigerin an jî em ê budçeyê red bikin."

    Bi heman mijarî:

    "Azadiya çapemeniyê û xweseriya dadgeriyê li Tirkiyeyê di rewşeke gelekî xerab de ye"
    Wezîrê Derve yê Awistiryayê: Tirkiyeyê xeta sor derbas kir
    Erdogan: Ev xwenezanan dixwazin Tirkiyeyê li qada navneteweyî têxin tengasiyê
    Tirkiye wê li pêş Parlamentoya Almanyayê were protesto kirin
    Rageşiya di navbera Tirkiye-Almanyayê de her diçê zêdetir dibe
    Etîketan:
    dayîn, bertek, YE, Serokwezîrê Îtalyayê, Matteo Renzi, Arnavutî, Sirbîstan, Tirkiye, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de