22:44 26 Îlon 2017
Zindî
    Mihail Saakaşvîlî

    Saakaşvîlî biryara îstîfayê da

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Waliyê Herêma Odessa yê Ukraynayê û Serokê Dewleta Gurcistanê yê berê Mihail Saakaşvîlî ji bo ku rêvebiriya Kievê di tekoşîna dijî bêrêtiyê de nedilxwaz bû biryara îstîfayê da.

    Waliyê Herêma Odessa yê Ukraynayê û Serokê Dewleta Gurcistanê yê berê Mihail Saakaşvîlî ji bo ku rêvebiriya Kievê di tekoşîna dijî bêrêtiyê de nedilxwaz bû biryara îstîfayê da.

    Mihail Saakaşvîlî li Herêma Odessayê civîneke çapemenî li dar xist û ragihand ku digel hikûmeta Kievê ya Ûkraynayê guherî jî şêlandin û bêrêtî her wekî berê berdewam e.

    Saakaşvîlî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Beyankirina dahatuyên burokratan sebra me ya dawî derbas kir. Di vê rewşa zahmet de min biryara îstîfayê da û di tekoşînê de ez ê şêweyekî nû bidim destpê kirin."

    Ji aliyê din ve Berdevkê Waliyê Odessayê Mihail Saakaşvîlî ragihand ku hetanî îstîfaya wî were qebûlkirin Saakaşvîlî dê wezîfeya xwe bidomîne. Mihail Saakaşvîliyê 48 salî di Gulana 2015an de ji terefê Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ve wekî Waliyê Odessayê hatibû tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Saakaşvili wê li Tirkiyeyê biryargeha derbeyê ava bike'
    Saakaşvîlî: ‘Me di şerê 2008an de ji Ukraynayê alîkariya leşkerî stend
    Gurcistan: Çatayev di serdema Saakaşvîlî de endamê îstîxbarata me bû
    Li Odessayê bi çekan êrişî rojnamevanan kirin
    Etîketan:
    Waliyê Herêma Odessayê, Serokê Dewleta Ûkraynayê, Pyotr Poroşenko, Mihail Saakaşvîlî, Herêma Odessayê, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de