03:20 23 Îlon 2017
Zindî
    Meclîsa Federal a Almanyayê

    Tirkiye wê li pêş Parlamentoya Almanyayê were protesto kirin

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Geşedanên li Tirkiyeyê yên di derbarê girtina rojnameger û siyasetmedaran de li Berlîn a paytext a Almanyayê bi dirûşmeya ‘Êdî Bes e-Es reicht-Artık yeter' çalaki tê lidarxistin. Saziyên sivîl ên çalakiyê lidar dixin, di çalakiyê de bang li Hikumeta Federal a Almanyayê tê kirin, da ku dev ji piştgiriya desthilatdarî ya Tirkiyeyê berde.

    Saziyên sivîl ên çalakiyê lidar dixin di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hemû alî û kesên mixalîf di bin zext û zordariya rejîma AKP û (Serokomar Recep Tayîp) Erdogan de ye û gotin, "Bi serdema Rewşa Awarte êrîşên li hemberî aliyên civakî yên ne ji wan, mueyîdeyên antî-demokratik û tundiya dewletê di her qadê de her ku diçe zêde dibe. Parlamento bi tevahî ji dewrê hat derxistin. Dîsa bi qasî ku hebû, serxwebûna dadweriyê, azadiya akademî û çapemeniyê ji holê hat rakirin."

    Di daxuyaniyê bal bi ser girtina siyasetmedarên Kurd de hat kişandin û ev tiş hatin gotin: "Gulten Kişanak jî di nav de piştî girtina şaredarên hatibûn hilbijartin, piştî saziyên çapemenî yên mixalîf, akademisyen û karmend û piştî rojnameya Cumhuriyetê dor hat ser wekîlên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin. Li gel mala Selahattin Demirtaş bi şev bi ser malên wekîlên HDPê de hatin girtin û ew hatin detserkirin. Ev hemû êrîş ji bo aliyên mixalîf werin binpêkirin û bingeha berxwedanê ji holê were rakirin, tên kirin."

    Kesên serbixwe yên ji saziyên sivîl, komeleyên demokratik, rêxistin, înisiyatîf û partiyan bang li her kesî kir, da ku bêyî al, tenê bi pankartek hevpar li pêş Parlamentoya Almanyayê kom bibe û protestoyê lidar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê girtina wekilên HDPê hat şermezar kirin
    Girtina wekîlên HDPê li Swêdê hat şermezar kirin
    Girtina wekîlên HDPê li Amerîkayê hat protesto kirin
    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    Etîketan:
    saziyên sivîl, protestokirin, Parlamantoya Federal a Almanyayê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê, Hevserokê HDPê, Gulten Kişanak, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, Berlîn, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de