23:26 25 Gulan 2018
Seroka dîplomasiya Ewropayê  Federica Mogherini

Mogherini ji bo HDPê telefonê Çelik û Çavuşoglu kir

© Sputnik / AA / Dursun Aydemir
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YE Federica Mogherini anî ziman ku wê endîşeyên xwe yên di derbarê wekîlên HDPê de ji Wezîrê YE yê Tirkiyeyê Omer Çelik re vegotiye.

Mogherini li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wê bi riya telefonê li gel Wezîrê YE yê Tirkiyeyê Omer Çelik û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavusoglu hevdîtin kiriye.

Mogherini di nava rojê de jî di derbarê operasyona li dijî HDPê de daxuyandibû ku ew ji ber desteserkirina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û wekîlên HDPê yên din ‘gelekî bifikar in' û gotibû, "Em bi rayedaran re di têkiliyê de ne û me ji bo civîna awarte gazî balyozên YE yên li Enqereyê kir."

 

Bi heman mijarî:

Koşka Spî ji bo operasyonên li dijî HDPê daxuyanî da
Danîmarkayê ji bo HDPê gazî Balyozê Tirkiyeyê kir
Lîsteya parlamenterên HDPê yên ku hatin girtin û serbest hatin berdan
Amerîka: Girtina parlamenteran û birîna înternetê me kûr xemgîn kiriye
DYA: Em ji desteserkirinên li Tirkiyeyê bifikar in
Etîketan:
kirin, telefon, HPD, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê, Nûnera Bilind a Ewlehî û Polîtîka Têkiliyên Derve ya Ewropayê, Mevlut Çavuşoglu, Omer Çelik, Federica Mogherini, Ewropa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de