02:43 19 Çile 2018
Zindî
    Kristian Jensen

    Danîmarkayê ji bo HDPê gazî Balyozê Tirkiyeyê kir

    © Flickr/ News Oresund
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê di derbarê operasyona li dijî HDPê de gazî Balyozê Tirkiyeyê yê li Koenhagê Mehmet Donmez kir. Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Jensen hot, "Ev geşedan berdewamiya hevkarî ya li gel Tirkiyeyê dijwartir dike."

    Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Kristian Jensen pirsên Radyoya Danîmarka yên di derbarê desteserkirinên wekîlên HDPê de bersivand.

    Jensen got, "Duh bi şev desteserkirina serokên HDPê û îro girtina wan geşedanên gelekî bi pirsgirêk in. Ji ber vê yekê me jî gazî Balyozê Tirkiyeyê kir, da ku em endîşeyên xwe jê re vebêjin û di derbarê tiştên ku duh bi şev qewimîn de agahiyê bigirin.

    Jensen got "Ev geşedan her ku diçe berdewamiya hevkarî ya di navbera Tirkiye û Danîmarkayê de dijwartir dikin" û anî ziman ku, "Bertekên piştî hewldana derbeyê sînorên ji rêzê derbas kirine. Piştî hewldana derbeyê, helbet divê hesabekî yasayî hebûya lê tiştên ku heta îro qewimîne meriv gelekî bifikar dikin."

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 12 wekîlên HDPê hatibûn desteserkirin. Demirtaş, Yuksekdag, Idris Baluken, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Ferhat Encu ve Leyla Birlik hatibûn girtibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş peyameke niviskî da
    Ocalan bang kir: Ji bo Demirtaş, helwesta xwe nîşan bidin
    Demirtaş û Yuksekdag peyam ji bo salvegera Kobanê dan
    Demirtaş bang li Kiliçdaroglu kir
    Etîketan:
    gazîkirin, Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Kopenhagê, Mehmet Donmez, Kristian Jensen, Kopenhag, Danîmarka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de