10:33 23 Çile 2018
Zindî
    Wezareta Karê Derve ya Almanyayê

    Almanyayê ji bo desteserkirina HDPiyan bang li maslahatguzarê Tirkiyê kir

    © AFP 2018/ JOHANNES EISELE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Almanyayê ji ber rewşa dawî ya li Tirkiyê bang li maslahatguzarê Tirkiyê kir.

    Li gorî daxuyaniya ji Wezaretê, Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bang li Maslahatguzarê Balyozxaneya Tirkiyê kiriye û diyar kiriye ku desteserkirina siyasetmedarên payebilind ên kurd wê bibe sedema tundûtujiya bêhtir li Tirkiyê.

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenterên HDPê di saetên şevê de, di encama serdegirtina malên wan de ji hêla polîsan ve hatibûn desteserkirin. Demirtaş û Yuksekdag piştî ku jêpirsîna wan a dozgeriyê qediya bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê.

    Bi heman mijarî:

    YE: Em xwedî fikarên kûr in
    Salih Muslim: ‘Parçeyek ji qirkirina kurdan e'
    Heşdî Şebî: "Em êrişên hewayî yên Amerîkayê naxwazin"
    Baydemir: 'Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in'
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    Etîketan:
    Balyozxaneya Tirkiyê li Alnanyayê, Wezareta Karê Derve ya Almanyayê, HDP, Frank-Walter Steinmeier, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de