06:25 24 Çile 2018
Zindî
    YE

    YE: Em xwedî fikarên kûr in

    © AFP 2018/ YE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê desteserkirina Hevserok û parlamenterên HDPê de got ku ew xwedî fikarên kûr in. Serkonsolosên YEyê mijar li Enqereyê bi civînekê girtin dest.

    Piştî ku Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPê hatin desteserkirin ji YEyê berteka pêşîn ji Nûnera Bilind a Polîtîkaya Karê Derve û Ewlekariyê Federica Mogherini hat.

    Mogherini diyar kir ku ew ji ber desteserkirina rêveber û parlamenterên HDPê xwedî fikarên kur in û derbarê mijarê de bi rayedarên tirk re ketine têkiliyê. Mogherini aşkere kir ku serkonsolosên YEyê derbarê mijarê de li Enqereyê kom bûne lê kitekitên kombûnê de agahî neda.

    Herwiha raportora Tirkiyê ya Parlamena Ewropayê û parlamentera hollandî Kati Piri jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Ji bo Tirkiyê nûçeyeke gelekî xerab. Jinûve. Parlamenterên HDPê hatin desteserkirin."

    Serokwezîrê berê yê Swêdê Carl Bildt jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxandin derbarê heman pêşketinê de kir û got: "Desteserkirina serokên HDP riske û xerabbûneke cidî di şerê kurdan de bi xwe re tîne. Herî zêde cihê nîgeraniyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: ‘Parçeyek ji qirkirina kurdan e'
    Baydemir: 'Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in'
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin
    Etîketan:
    YE, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Karê Derve û Ewlekariyê (YE), HDP, Carl Bildt, Federica Mogherini, Kati Piri, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de