08:54 24 Çile 2018
Zindî
    Reqqa

    '30-40 hêz wê beşdarî operasyona Reqqayê bibin'

    © AFP 2018/ Raqa Media Center
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Amerîkayê yê hevpeymana li dijî DAIŞê Dorrian, diyar kir ku ji bo îzolasyona Reqqayê jê 10 hezar endamên Hevpeymana Ereb a Sûriyeyê bi tevajî 30-40 hezar hêz beşdar bûne.

    Dorrian bi riya video konferansê di derbarê operasyonên li dijî DAIŞê de agahî dan rojnamegerên li pentagonê û anî ziman ku hêzên hevpeymanê ji 17ê Cotmehê, destpêka operasyona Mûsilê vir ve bi zêdetirî 3 hezar êrîşên hewayî, topbaran û êrîşên moşekan tevkariya artêşa Iraqê kir.

    Dorrian diyar kir ku DAIŞ ev bi mehan e DAIŞ bi serbestî dikeve Reqqayê û jê derdikeve û ragihand ku bi lidarxistina zêdetirî 100 êrîşên hewayî pêşî li tevgerîna wan a konvoyên dirêj girtin.

    Dorrian da zanîn ku oeprasyona Reqqayê wê di demeke kin de destpê bike û balkişand ser ku hêzên wê beşdarê operasyonê bibin, hîn hemû nehatine perwerde kirin. Dorrian da xuyakirin ku di vê çarçoveyê de bi hevdîtinên dîplomatîk ên bi mitefîq, hevkar û endamên hevpeymanê re berdewam dikin û anî ziman ku ew hîn di asta îzolekirina Reqqayê de ne.

    PEYMANA MINBICÊ YA DI NAVBERA AMERÎKA Û TIRKIYEYÊ DE

    Dorrian destnîşan kir ku bi qasî 30-40 hezar endamên Hêzên Sûriyeya Demokartîk (HSD) beşdarî hewldanên îzolekirinê bûn, ku ji wan 10 hezar hêzên Hevpeymana Ereb a Sûriyeyê ye.

    Dorrian li ser bibîrxistina nûçeyên peymana Minbicê ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de diyar kir ku ew nikare wê peymanê piştrast bike.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Em bi ti awayî qebûl nakin ku Tirkiye di operasyona Reqqayê de cî bigire
    DYA: Hevdîtinên me yên li ser rola Tirkiyeyê ya oeprasyona Reqqayê dewam dikin
    Salih Muslim: ‘Wê YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe'
    Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
    Amerîka: Operasyona Reqqayê di nava van hefteyan wê destpê bike
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Etîketan:
    beşdarbûn, hêz, operasyon, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), DAIŞ, Berdevkê Hevpeymana Navdewletî, John Dorrian, Tirkiye, Amerîka, Mûsil, Sûriye, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de