15:07 21 Tebax 2017
Zindî
    Nîjerya

    Şivan û cotyarên Nîjeryayê bi hev ketin: 18 kuştî û 43 birîndar

    © AFP 2017/ PIUS UTOMI EKPEI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 618 0 0

    Li welatê rojavayê Afrîkayê li Nîjeryayê, cotkar û xwediyên kêriyên pez bi hev ketin. li gorî zanyariyan di şer de 18 kes hatin kuştin û 43 kes jî birîndar bûn.

    Wezareta Navxweyî ya Nîjeryayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bûyer li bajarokê Bangûî yê li herêma Tahoûa ya li rojavayê welêt qewimiye.

    Wezaretê diyar kir ku hin mirovên xwediyê keriyên pez û cotkarên çandiniya garisan bi hev ketin. Li gorî daxuyaniyê di bûyerê de bivir û kêr jî hatine bikaranîn û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in û gelek avahî jî hatine şewitandin.

    Li Nîjeryayê, ji ber ku dema palehiya garisan û çêrandina dewar û keriyên pez e di navbera cotkar û xwediyên heywanan de şer derdikeve. Li herêma Tahoûayê, di sala 2014an de jî bûyereke bi heman rengî rû da bû û 10 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: Komîsyona YE dixwaze bi Nîjeryayê re hevpariya koçberiyê biaxive
    Li Nîjeryayê 38 terorîstên Boko Haramê hatin kuştin
    Li Nîjeryayê lehî rabû: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
    Artêşa Nîjeryayê ji hewayê êrişî Boko Haramê kir: Serok Şekaû birîndar ket
    Li Nîjeryayê şer: Herî kêm 16 kuştî û 12 birîndar
    Etîketan:
    Şivan û cotyar bi hev ketin, Wezareta Navexweyî ya Nîjeryayê, Bangûî, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de