06:37 19 Tebax 2017
Zindî
    ala almanya

    Li Almanyayê alîkariya ku penaberê bi 4 jin û 23 zarok digire bû sedema nîqaşê

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Rojnameya Bild a Alman û rojnameya The Sun îdia kirin ku penaberekî Sûriyeyî yê ku bi 4 jin û 23 zarokên xwe hatiye bajarê Montabaurê mehê 30 hezar euro alîkariyê digire. Şaredarê Montabaurê Edmund Schaaf jî diyar kir ku reqem ji ber xwe ve hatiye derxistin.

    Li gorî nûçeya The Sunê li ser malpera Yekîtiya Kardêrên Alman hat îdia kirin ku ew penaberê Sûriyeyê mehane 30 hezar euro alîkariya aborî digire. Sputnikê rastî an jî nerastiya vê îdiayê ji Şaredarê Montabaurê Edmund Schaaf pirsî. Schaff ê ku diyar kir malbat piştî hat Almanyayê dabeşî 4 perçeyan bû û got:

    ‘DESTÛRA WAN A ÎKAMETGEHÊ HEYE, PEREYÊ BÊKARIYÊ DIGIRIN'

    "4 jin jî bi zarokên xwe ji hevdu cuda dijîn. Duyê wan li Montabaurê, her du yên din jî li nêzîkê Koblenzê rûdinin. Bavê malbatê li gorî yasayên Almanyayê tenê jinek wek hevsera xwe nîşan da û bi wê re dijî. Niha ew bi destûra îkametgehê pereyê bêkariyê digire."

    'ZAROK LI GORÎ TEMENÊ XWE ALÎKARIYÊ DISTÎNIN'

    Şaredar debirî ku li gorî yasayên Almanyayê penaber divê karekî ku mehaneyê wî ji pereyê bêkariyê ne kêmtir e, qebûl bike û got, "Li gorî yasaya penaberiyê hîn zêde pere ji bo bavê malbatê tê dayîn. Li gel vê yekê ji bo zarokan jî, li gorî temenê wan alîkariya aborî tê kirin."

    'REQAMEKE KU JI TUNEBÛNÊ HATIYE ÇÊKIRIN'

    Schaff anî ziman ku ew reqamê tê îdia kirin ne rast eû got, "Kontrolkirin wê vê yekê derxîne holê. Ev reqam ji tune bû hat çêkirin."Rojnameya Rhein-Zeitung meha tebaxê ya borî nivisî bû di malbatên penaberan de zarokên zilam nahêlin xwûşkên wan biçin dibistanê. Schaff dest nîşan kir ku hemû zarokên penaberan diçin dibistan û kreşan û got, "Di rewşa heyî de pirsgirêkek wiha li herêma me tune ye."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Ji bo agirbesta Sûriyeyê pêdivî bi Tirkiyeyê heye
    Almanya wê berpirsyariya xwe ji bo penaberan bîne cih
    Almanya ji bo leşkerên jin cil û bergên nû çêdike
    Almanya wê êdî bi hêsanî karibe penaberan dersînor bike
    Nûneriyên Almanya yên li Tirkiyeyê bi sedema metirsiyê hatin girtin
    Etîketan:
    penaberê Sûriyeyî, jin û zarok, nîqaş, alîkarî, Şaredarê Montabaurê, Edmund Schaff, Montabaur, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de