11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    John Kirby

    DYA: Di warê taloqkirina aşitî ya Sûriyeyê de em bi Rûsyayê re ne hemfikr in

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby got ew beşdarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku tê de dihat gotin ku Washingtonê hevdîtinên aşitiyê yên li Sûriyeyê taloqê demeke nediyar kiriye, nabin.

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kiribû ku welatên Rojava li Sûriyeyê nikare ew mixalîfên ku wek ‘nerme' tên binavkirin, kontrol bikin û gotibû destpêkirina pêvajoya siyasî û îhtimala jiyaneke aştiyane ya ji bo gelê Sûriyeyê taloqê demeke ne diyar hatiye kirin.

    Kirby dest nîşan kir ku ew beşdarî daxuyaniyên Şoygu nabe û got, "Em nafikirin ku hevdîtin, wek ku Rûsyayê diyar kir, bi awayekî bê dem hatiye taloq kirin û em naxwazin (Serokdewletê Sûriyeyê Beşar) Esad ji bo demeke dirêj bibe perçeyekî Sûriyeyê."

    Berdevkê Wezareta Karên Derve di berdewamşya axaftina xwe de got ji bo ku hevdîtinên di navbera rêveberiya Sûriyeyê û ‘mixalîfan' de ji nû ve were destpêkirin, xebatên xwe didomînin.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: "Hûnê bi terorîstan an jî bi Rûsyayê re tekoşînê bikin?"
    Şoygu: "2 hezar milîtan bi 45 wesayîtan heremên sivîl bombebaran kirin"
    Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
    Şoygu: "Rûsya, piraniya axa Sûriyeyê ji destê terorîstan derxist"
    Etîketan:
    hemfikr, aştî, taloqkirin, Serokdewletê Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Beşar Esad, Sergey Şoygu, John Kirby, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de