12:59 21 Tebax 2017
Zindî
    Papa Francis

    Papa: Jin wê tu caran nikaribin bibin rahîp

    © REUTERS/ Luca Zennaro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serekê rûhanî yê Katolîkan Papa Francis got jin tu caran wek rahîp nikare peywirê bike.

    Papa Francis gava ku ji Swêdê vedigeriya Romayê bersiva pirsên rojnamegeran da û ji bo Dêra Katolîkan îhtimala rahîpbûna jinan li derve hişt.

    Papa Francis li ser israra rojnamegeran diyar kir ku ev biryar, biryareke ‘teqez' e û bibîrxist ku biryara eşkere ya Papa II. Jean Paul hîn derbasdar e û got "Ger ku em deklarasyona St. John Paul bi baldarî bixwînin, em ê bibînin ku biryar bi vî awayî ye."

    Dêra Katolîkan ji bo rexneyên qedexekirina rahîpbûn a jinan, wek bersivê dibêje hemû hawariyên Îsa pêxember mêr bûn.

    Bi heman mijarî:

    "Papa: Çi ji destê min were, ez dê ji bo serkeftina pêşmerge û Kurdistanê bikim"
    Îmamê kurd ji Papa re: Piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistanê
    Papa serdana Azerbaycanê kir
    Papa di sala nû de wê biçe Kolombiyayê
    Papa û Hollande, li Vatîkanê hevdîtinek 'taybet' kirin
    Etîketan:
    tu caran, rahîpbûn, jin, Serekê rûhanî yê Dêra Katolîkan, Papa Francis, Roma, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de