06:52 18 Hezîran 2018
Hillary Clinton û Donald Trump

Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê veguhezîn dadgehê

© REUTERS / RICK WILKING
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hefteyeke ji hilbijartinên serokatiya Amerîkayê re, ku wê di 8ê Mijdarê de were lidarxistin, ma lê gijgijîna di navbera Demokrat û Komarparêzan de veguhezî dadgehê.

Partiya Demokratan piştî nûçeyên ku tê de dihat gotin ku piştgiriyên Donald Trump li eyaletên wekî Ohio, Arizona, Nevada û Pensilvanyayê zextê li dengdêran kiriye, doz vekirin.

Partiya Demokratan de di doza xwe de got koma bi navê ‘Pêşiyê li Diziyê Bigire' ku ji aliyê Roger Stone ê Komarparêz ve tê rêvebirin, zextê li dengdêrên Amerîkayê dikin.

Demokratan îdia kirin ku peywirdarên Partiya Komarparêzan li Arizonayê li cihê dendayînê wêneyê mirovan digirin û wan tacîz dikin. Demokratan di doza xwe ya li eyaleta Nevadayê de jî îdia kirin ku piştgiriyên Trump li Las Vegasê li cihên dengdayînê bi dengdêrên ku dengên xwe nadin Trump de diqîrin.

Bi heman mijarî:

Li gorî anketa ABCyê Trump ketiye pêşiya Clintonê
Donald Trump û Hillary Clinton derbarê Rojhilata Navîn de çi difikirin?
Trump û Clinton cara dawî di weşana zindî de hatin hemberî hev
Trump: Ez ê encamên hilbijartinê qebûl bikim, ger ku biserkevim
Etîketan:
veguhastin, Hilbijartinên serokatiya AmerîkaYê, dadgeh, Partiya Demokratan, Partiya Komarparêz a Amerîkayê, Roger Stone, Donad Trump, Eyaleta Ohio, Arizona, Pensilvanya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de