06:40 19 Sibat 2018
Zindî
    Donald Trump û Hillary Clinton

    Li gorî anketa ABCyê Trump ketiye pêşiya Clintonê

    © REUTERS/ Saul Loeb
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amerîkayê ji hilbijartina 8ê Mijdarê re hefteyek ma û her diçe pêşbirka namzedan dijwartir dibe. Li gorî anketa dawî Trump bi puanekî ketiye pêşiya Clintonê.

    Li Amerîkayê ji hilbijartina 8ê Mijdarê re hefteyek ma û her diçe pêşbirka namzedan dijwartir dibe. Li gorî anketa dawî namzedê komarparêz Donald Trump bi puanekî ketiye pêşiya namzeda demokrat Hillary Clintonê.

    Namzedê komarparêz ê serokatiya Amerîkayê Donald Trump piştî meha gulanê di anketa rojnameya Washîmgton Post û ya televîzyona ABCyê de cara yekemîn kete pêşiya namzeda demokrat Hillary Clinton.

    Anket, li seranserî welat bi awayekî rasthatî bi hevdîtina rû bi rû ya hezar û 733 welatiyan re çêbû. Li gorî anketê dengê Donald Trump derkete ji sedî 46an û ye Hillary Clintonê jî di sedî 45an de ma. Li gorî anketê heke para xeletiyê jî hebe ev ferqa ji sedî yek beriya hilbijartinê ku hefteyek maye pir girîng tê nirxandin.

    CLINTON HEFTEYA BORÎ BI 12 PUANAN LI PEŞ BÛ

    Li gorî anketa televîzyona ABCyê ya hefteya borî Clinton bi 12 puanan li peşiya Trump bû. Li gorî pêşbîniyan sedema ku Clinton di vê hefteya dawî de bi paş ket ji bo ku di serdema wezîrtiya xwe de e postake wê ya skandala FBIyê derketibû deng windakirine.

    Lê dîsa jî her dem anketên hilbijartinê bi texmînên rast bi hilbijartinê dernaxînin. Di sala 2012an de jî dîsa li gorî anketa ABCyê namzede komarparêz Mitt Romney bi puanekî li pêşiya Serokê Demokratan Barak Obama bû, lê di hilbijartinê de Obama bi ser ketibû.

    Bi heman mijarî:

    "Bavê tirsê" dê romana Trump binivîse
    Donald Trump û Hillary Clinton derbarê Rojhilata Navîn de çi difikirin?
    Trump û Clinton cara dawî di weşana zindî de hatin hemberî hev
    Trump: Ez ê encamên hilbijartinê qebûl bikim, ger ku biserkevim
    Birayê Obama ji bo piştgiriya Trump çû Amerîkayê
    Etîketan:
    Li gorî anketen dawî Trump ketiye peşiya Clintonê, Namzeda demokratan a serokatiya Amerîkayê, Namzedê Komarparêz ê Serokatiya Amerîkayê, Hillary Clinton, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de