18:16 21 Sibat 2018
Zindî
    Facebook

    Daxwazên hevaliyê yên Facebookê, temenê mirovî dirêj dikin

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gel ku gelek caran behsa bandorên neyênî yên medyaya civakî tê kirin jî, lê lêkolîneke nû ya Akademiya Neteweyî ya Zanistan a Amerîkayê isbat kir ku ev agahî ne rast in û jiyana medyaya civakî ya çalak, bandorên erênî li jiyanê dike.

    Ajansa Los Angeles Timesê ragihand ku lêkolînê diyar kiriye, kesên ku hevalên wan li ser internetê zêde ne, li gorî kesên din bêtir dijîn.

    Ji aliyê din ve, li gel ku sê saziyên hikûmî û zanîngehan jî pêkanîna vê lêkolînê pesend kiriye jî lê gelek rexne lê hatin girtin û hat îdiakirin ku Facebookê  destwerdan kiriye ta ku encamên wê lêkolînê baş derkevin.

    William Hobbes ku yek ji beşdarên lêkolînê bû gava ku hîn xwendekarê doktorayê bû, destwerdana Facebookê red kir.

    Herwiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku encamên vê lêkolînê di rêya pişkinandina dosyayên taybet ên 12 milyon bikarhênerên Facebookê li gel kontrolkirina qeydên tenduristiyê yên derbarê Parêzgeha Caşiforniayê hatine bidestxistin.

    Li gorî nûçeyê hat diyarkirin ku bikaranîna Facebookê bi rêjeya nizim a mirinê ve girêdayî ye  û wergirtina daxwazên hevaliyê di Facebookê de bi rêjeya nizim a mirinê ve girêdayî ye.

    Bi heman mijarî:

    Facebookê rûpela YPJê asteng kir
    Facebookê laboratûvara xwe ya nû da nasîn
    Jina ku zaroka xwe di êrişa Niceyê de winda kiribû, bi rêya Facebookê dît
    Hackeran hisabê avakarê midya civakî yê facebookê dizîn
    Polêsên Belçîkayê ji bo ecibandinên nû yên facebookê bikar neynin hişyarî dan
    Hûn dikarin Sputnik Kurdistanê li ser Facebookê bixwînin
    Etîketan:
    medyaya civakî, Mirin, Facebook, înternet, Ajansa Los Angeles Timesê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de