11:39 22 Sibat 2018
Zindî
    Swêd

    Ji 30 şaredarên Swêdê daxwaza serbestberdana Kişanak û Anli

    © REUTERS/ Bob Strong/File Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    30 şaredarên bajarên Swêdê, bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku Kişanak û Anli serbest bên berdan.

    Li Swêdê 30 şaredarên sosyal demokrat nameyeke vekirî nivîsandin û daxwaz kirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli serbest bên berdan.

    Di nameya şaredaran de wiha hatiye gotin: "Di mehên dawî de bi hezaran rojnameger, siyasetvanên hilbijartî, parêzer û parazvanên mafên mirovan hatine girtin. Li gel vî tiştî gelek ajansên nûçeyan, kanalên televizyonan û rojnameger ji hêla hikûmetê ve hatine girtin. Rewş hatiye wê astê ku parêzerên kesên hatine girtin jî hatine girtin. Divê hikûmeta tirk rêzê ji prensîbên dewleta hiqûqê, serbixwebûna şaredariyan, saziyan û mafên mirovan nîşan bide. Divê hikûmeta Swêdê, Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî, pêkanîna standartên azadiya çapemeniyê û ya fikr û raman ji Tirkiyê re ferz bike û hevalên me yên şaredar serbest bên berdan.

    Bi heman mijarî:

    Serdozgeriya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Piştî Anli û Ata Kişanak jî hat girtin
    Hevşaredarê Amedê Anli hat girtin, jêpirsîna Kişanak jî dewam dike
    Kişanak û Anli sewqî dadgehê hatin kirin
    NY ji ber desteserkirina Kişanak û Anli ‘metirsîdar e'
    Etîketan:
    şaredarên sosyal demokrat, Hikûmeta Swêdê, hikûmeta AKPê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Gultan Kişanak, Firat Anli, Amed, Tirkiye, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de