16:28 20 Sibat 2018
Zindî
    ala Kurdistanê ala Amerîka

    Amerîkayê piştgirî da daxuyaniya "serxwebûnê" ya Barzanî

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ê piştî operasyona Mûsilê, referandûmê têxin rojevê, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pentagon) Peter Cook piştgiriya xwe ragihand û got, "mafê Kurdistanê yê diyarkirina siberoja xwe heye".

    Peter Cook diyar kir ku piştî operasyona rzigarkirina Mûsilê, mafê Herêma Kurdistanê heye ku stratejiya xwe ya siberojê diyar bike.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pentagon) Peter Cook civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane li dar xist û derbarê operasyonên Reqqa û Mûsilê de agahî dan.

    Cook diyar kir ku hevkariyeke xurt di navbera Hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de heye û pêşkeftinên gelekî baş hatine bidestxistin.

    Herwiha rayedarê amerîkî teqez kir ku operasyonên hewayî hîn jî berdewam dikin.

    OPERASYONA REQQAYÊ, KENGÎ DÊ DEST PÊ BIKE?

    Ji aliyê din ve, Cook teqez kir ku amadekariyên operasyona Reqqayê berdewam dikin û ew ê li hêviya bidawîbûna operasyona Mûsilê nemînin û wiha got: "Operasyona Mûsilê berdewam dike, operasyona Reqqayê jî dê demeke nêz de dest pê bike."

    Herwiha rayedarê amerîkî diyar kir ku hejmara şervanên wan ên li qadê têra pêkanîna operasyona Reqqayê dike.

    "FIŞAR DÊ LI SER RÊXISTINÊ ZÊDE BIBE"

    Herwiha Cook got ku ew plan dikin bi operasyonên Reqqa û Mûsilê fişarê li ser rêxistina DAIŞê zêde bikin.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê mijarê de wiha axivî: "Divê em fişarê li ser DAIŞê berdewam bikin. Ew jî ku îzolasyona Reqqayê di demeke kurt de dest pê bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye mawe da Amerîkayê: "Ya bila YPG vekişe an jî em ê êrişî wan bikin"
    Amerîkayê dîsa got: ‘YPG ne girêdayî PKKê ye'
    ‘Pêşmerge û YPG hevparên Amerîkayê ne'
    Şanda AKPê ya çû Amerîkayê: Ji bo me tu cudahiya PKKê û YPGê û PYDê tune ye
    Başbug: YPGê jî wek pêşmergeyan bûye hevalbenda Amerîkayê
    Çavuşoglu bersiva armaya YPGê da Amerîkayê:'Ev durûtî ye'
    Amerîkayê derbarê unîformayên bi arma ên YPGê de daxuyanî da
    Amerîkayê alîkariya leşkerî da YPGê
    Amerîkayê bang li Tirkiyayê kir, YPGê jî dest bi amadekariya stendina Minbicê kir
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Peter Cook, Reqqa, Mûsil, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de