23:56 21 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martin Schulz

    Parlamentoya Ewropayê: "Tirkiye sînor derbas kir"

    © Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de ragihand ku Tirkiye xeta sor derbas kiriye.

    Martîn Schulz derbarê operasyona li ser rojnameya Cumhuriyetê li ser hisabê xwe yê medya civakî Twitterê nerazîbûna nîşan da û ragihand ku operasyona li dijî rojnameya Cumhuriyetê biryarek siyasî ye û azadiya axaftinê xeta wan a sor e. Tirkiye bi binçavkirina Murat Sabuncu û karmendên din yên rojnameya Cumhuriyetê careke din xeta sor derbas kiriye.

    ​Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz got: "Cumhuriyet ne tenê rojnameyeke serbixwe ye, herwiha saziya herî sekûler a Tirkiyeyê û dezgeha komarî ye.

    Schulz rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girt û ragihand ku gûftûgoya li ser cezayê darvekirinê û girtina hevşaredaran nîşan dide ku hikûmeta Tirkiyeyê ne bi dû yekgirtînê, bi dû dijberiyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê PEyê Schulz û Binali Yildirim civîna hevbeş lidar dixin
    Schulz: Divê hikûmeteke rasteqîn a YEyê bê damezirandin
    Schulz: "Pêvajoya serbestiya vîzeya Tirkiyeyê di rûyê Erdogan de sekinî"
    Martin Schulz: ‘Tirkiye di şerê li dijî kurdan de bi ser nakeve'
    Etîketan:
    Tirkiye sînor derbas kir, Serokê Parlamentoya Ewropayê, Martîn Schulz, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de