18:03 21 Sibat 2018
Zindî
    Rojnameya Cumhuriyetê - protesto

    AGIT: Azadiya çapemeniyê divê ji nû ve were pêkanîn

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Azadiya Çapemeniyê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT) Dunja Mijatovic diyar kir ku yasayên di derbarê têkoşîna terorê de azadiya çapemeniyê bisînor dike û bang kir bila ev ji nû ve werin pêk anîn.

    Li hemberî rojnameya Cumhuriyetê bi hinceta FETO Û PKKê operasyona hat lidarxistin û di wê operasyonê de Gerînendeyê Giştî yê wê rojnameyê Murat Sabuncu, nivîskarên wê Aydin Engin, Hikmet Çetinkaya, Guray Oz, Hakan Kara û Turhan Gunay jî di nav de 12 kes hatin desteser kirin. Nûnerê Azadiya Çapemeniyê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT) Dunja Mijatovic ev operasyon şermezar kir û ev tişt gotin:

    "Pêla desteserkirinê ya herî dawiyê li hemberî endamên medyayê li hemberî azadiya çapemeniyê derbeya dawiyê ye. Rayedar divê azadiya çapemeniyê û hawireke zindî û piralî ya medyayê pêk bînin, divê bergiriyên berovajiyê vê yekê werin girtin."

    Mijatovic anî ziman ku li Tirkiyeyê yasayên li hemberî terorê ji bo sînordarkirina azadiya çapemeniyê tên bikaranîn û got ev tiştên diqewimin ji çarçoveya Rewşa Awarte wêdetir in.

    Bi heman mijarî:

    Jagland: "Piştî operasyona Cumhuriyetê dibe gelek doz derheqê Tirkiyeyê de vebin"
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    Rojnameya Cumhuriyetê: Fermana Roboskiyê Serfermandar Ozel daye
    Rojnamevanên Cumhuriyetê Dundar û Gul hatin berdan
    Etîketan:
    pêkanîn, ji nû ve, azadiya çapemeniyê, PKK, FETO, Nûnerê Azadiya Medyayê yê Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (AGIT), Dunja Mijatovic, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de