14:11 22 Hezîran 2018
Artêşa Fransayê

Fransa hedefên DAIŞê dan ber bombebaranan

© AFP 2018 / Anne-Christine Poujoulat
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Hêzên Hewayî yên Fransayê General Andre Lanata daxuyand ku balafirên şer ên wan ji meha îlona 2014a û vir ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî hedefên DAIŞê zêdetirî hezar û 600 bombe û moşek avêtine.

Daxuyaniyên Lanata yên ku wî di derbarê operasyonên hewayî yên li Iraq û Sûriyeyê de dane Komîsyona Parastinê ya Parlamentoya Fransayê bi rayagiştî re hatin parve kirin.

Li gorî wan daxuyaniyan hat gotin ku, "Hêzên Hewayî ji meha Îlonê ya 2014a û vir ve li dijî hedefên DAIŞê zêdetirî hezar û 600 bombe û moşek avêtine. Ev operasyona hewayî, operasyoneke bi rêkûpêk e û operasyoneke wiha berê nehatiye dîtin."

Lanata anî ziman ku balafirên şer ên Fransayê 2 hezar û 300 caran bi firê ketin û bi qasî 10 hezar saetan li hewa mane. Lanata diyar kir ku ew balafirên şer ji baregehên hewayî yên Urdun û Emîrtiya Erebên Yekbûyî û ji keştiya balfir a Charles de Gaulle ya li Behra Spî firiyane.

‘JI AMERÎKA Û KANADAYÊ PIŞTGIRIYA CEBILXANEYÊ HAT GIRTIN'

Lanata ragihand ku balafirên şer ên wan di van operasyonana de ji Amerîka, Kanada û welatên din ên Ewropayê piştgiriya cebilxaneyê girtine. Fransayê sala borî ji bo perwerdehiya Pêşmergeyan pisporên leşkeriyê û teçhîzat şandibûn Herêma Kurdistanê û herî dawiyê ji bo piştgiriya operasyona Mûsilê bataryayên topan sewq kiribûn.

Etîketan:
hedef, bombebaran, DAIŞ, Fermandarê Hêzên Hewayî yên Fransayê, Andre Lanata, Sûriye, Iraq, Mûsil, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de