17:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Qerebax

    Azerbaycanê: Ermenîstanê li Qerebaxê agirbest 31 caran îhlal kir

    © Sputnik/ Асатур Есаянц
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezareta Parastin a Azerbaycanê daxuyand ku hêzên Ermeniyan di nava 24 saetên dawiyê de 31 caran agirbesta li herêma Qerebaxa Çiyayî îhlal kirin.

    Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku leşkerên Ermeniyan bi bikaranîna tifingên otomatîk agirbest îhlal kirine.

    Qerebaxa Çiyayî ji aliyê hiqûqî ve perçeyê Azerbaycanê ye lê niha di bin kontrola cudaxwazên Ermeniyan de ye û rageşiya di navbera her du aliyan de di 2yê Nîsanê de ji nû ve zêde bûbû. Li gel vê yekê her du aliyan di 5ê Nîsanê de peymana agirbestê danîbûn lê ji wê rojê heta niha her du aliyan jî gelek caran agirbest îhlal kirine.

    Ji bo ragihandina agirbestê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Ermenîstan Serj Sarkisyan di 20ê Pûşperê de li Saint Petersburgê li hevdu civiyabûn û ji bo xurtkirina çareseriya Qerebaxa Çiyayî li hevdu kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Dibe ku Tirkiye di çareseriya qeyran a Qerebaxê de roleke erênî bilîze
    Azerbeycan: Agirbesta li Qerebaxê hat binpêkirin
    Ermenîstan û Azarbeycan ji bo pirsgireka Qerebaxê hev du sûcdar dikin
    Pûtîn, Alîyev û Sarkisyan di mijara Qerebaxê de li hev kirin
    Kremlîn: "Zîrweya Qerebaxê wê bi hêsanî derbas nebe"
    Etîketan:
    agirbest, Serokomarê Ermenîstanê, Serokomarê Azerbaycanê, Serokdewletê Rûsyayê, Serj Sarkisyan, Îlham Aliyev, Vladîmîr Pûtîn, Saint Petersburg, Qerebaxa Çiyayî, Rûsya, Ermenîstan, Azerbaycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de