04:28 24 Îlon 2017
Zindî
    French MP Jean-Frederic Poisson

    Namzetê serokomariya Fransayê Poisson: Divê em li gel Rûsyayê piştgiriya Esad bikin

    © AFP 2017/ MAHMUD TURKIA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Partiya Demokrat a Xirîstiyanan Jean-Frederic Poisson ê ku ji bo serokomariya Fransayê namzetiya xwe ragihandiye, anî ziman ku divê bi Rûsyayê îtifaq were danîn û piştgiriya Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad were kirin.

    Poisson ji bo Sputnikê axivî û derbirî ku ger Esa dev ji peywirê berde cîhadîst wê li ser qoltuxê rûne.

    Poisson got, "Sala borî ez du caran çûm Sûriyeyê û bi Esad re civiyam. Serdana pêşîn berê operasyonên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bûn, ya duyemîn jî piştî destpêkirina operasyonan bû. Bi beşdarbûna Rûsyayê DAIŞ neçar ma ku ji qaşo axa xelîfetiyê şûnde vekişe." Poisson dest nîşan kir ku welatên Rojava nikarîbû bi DAIŞê re şer bikira lê ez kêfxweş bûm ku Rûsya ev yek pêk anî.

    "YEKANE NAVÊ KU NEHÎŞT CÎHADÎST WERIN DESTHİLATDARIYÊ ESAD E'

    Poisson parast ku xeletiyên Esad hene lê li beramberî vê yekê jî yekane navê ku nehîşt rejîmeke cîhadîst û tundrew were, Esa bû. Poisson wiha axivî, "Li Sûriyeyê niha alternatîfeke rasteqîn nayê xuya. Ji ber vê yekê divê em piştgiriya xwe ya ji bo Esadê ku dixwaze DAIŞ qels bibe, berdewam bikin."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Esad: Li ber qeyrana Sûriyeyê astengiyek jî çapemeniya welatên Rojava ye
    Berjewendiyên Tirkiyeyê û Esad di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê de yekin
    Peskov: Ji bo Sûriye nekeve destên cîhadîstan, divê Esad li desthilatê bimîne
    "Esad ji Obama zîrektir e"
    Etîketan:
    cîhadîst, piştgirî, tifaq, Serokê Partiya Demokrat a Xirîstiyanan a Fransayê, Serokdewletê Sûriyeyê, Jean-Frederic Poisson, Beşar Esad, Sûriye, Rûsya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de