04:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Lijneya Ewlekariyê ya NYyê

    DENYê êrîşa li ser Balyozxaneya rûsî şermezar kir

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Desteya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî (DENY) êrîşa li ser Balyozxaneya rûsî ya li paytexta Sûriyê Şamê ‘bi awayekî tund' şermezar kir.

    Duh li ser Balyozxaneya Rûsyayê êrîş bi topa hewanê pêk hatibû û Rûsyayê pêşnûmeyek pêşkêşî DENYê kiribû ku êrîşê şermezar bike.

    Di encama dengdayina li DENYê de, welatên endam biryar girtin ku êrîş bê şermezarkirin. Di pêşnûmeyê de hate gotin ku: "Endamên Desteya Ewlekariyê, êrîşa di 28ê Cotmehê de pêk hatiye û bûye sedema zerara madî ya cidî bi awayekî tund şermezar dike."

    Duh Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û hate gotin ku: "Balyozxaneya Rûsyayê ya li Sûriyê, di 28ê Cotmehê de bû hedefa êrîşa 2 topên hewanê. Bombardiman ji herêma Cobarê çêbû ku di kontrola hêzên dijhikûmetê ne." Di encama êrîşê de ti kes nemiribû.

    Bi heman mijarî:

    Bi hawanê êrişî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şame kirin
    Zaxarova: “Em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”
    Li dijî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê êrîş pêk hat
    Etîketan:
    êrîşa hewanê, Balyozxaneya rûs li Sûriyê, Desteya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (DENY), Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Cobar, Şam, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de