22:19 24 Îlon 2017
Zindî
    Brett McGurk

    Ji McGurk şîroveya Reqqayê: Em bi Tirkiyeyê re ji nêzîk ve dixebitin

    © AFP 2017/ Thaier al Sudani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Brett McGruk ê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama, helwesta Trikiyeyê ya li hemberî beşdarbûna YPGê ya operasyona Reqqayê nirxand û diyar kir ku Washington û Amerîka hevkariya xwe berdewam dikin. McGurk got, "Em bawer nakin plansaziya di derbarê rizgarkirina Reqqayê de hêdî bibe."

    McGurk piştî hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni beriv da pirsa rojnamegerekî ya wekî "Hûn li Sûriyeyê piştgiriya Kurdan dikin, Tirk piştgiriya mixalîfan dikin. Ev rewş wê di rizgarkirina Reqqayê bibe sedema dezavantajiyê" û got:

    "Ev pirseke baş e. Em pir ji nêzîk de bi Tirkiyeyê re dixebitin. Serok Obama çend roj bi Serokomar Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Axaftineke pir erênî bû. Hejmar didin nîşan ku em li dijî DAIŞê têkoşîneke bi bandor dimeşînin."

    ‘JI BO KU TIRKIYE SÎNOR JI DAIŞê BIGIRE ME LI BEJAHIYÊ PIŞTGIRÎ DA'

    3meh berê terorîstên DAIŞê ew sînorê ku niha di destê mixalîfan de ye, kontrol dikir. Tirkan bi tevahî ew der girtin. Ji bo ku w vê yekê bikin me li bejahiyê piştgirî dan wan. Wek kum e berê jî ji rayagiştî re daxuyand, hevkariya me li gel Tirkan û hêzên mixalîfên li dijî DAIŞê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, heye.

    ‘PÊWISTIYA HER KESÎ BI HEVKARIYEKE NÊZÎK HEYE'

    Em dixwazin bawer bin ku têkoşîna li dijî DAIŞê bi hevdu re tê meşandin. Li herêmê gelek hêz hene. Loma jî pêwistiya her kesî bi hevkariyeke nêzîk heye. Ev peyama ya ji bo her kesî ye. Em nafikirin ku plansaziya di derbarê operasyona rizgarkirina Reqqayê de hêdî bimeşe."

    McGurk anî ziman ku taliya talî hemû terorîst wê têk bçin û da zabîn wan di vê çarçoveyê de serokên rêxistinê bi xwe têk biriye.

    Etîketan:
    şîrove, operasyon, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Barack Obama, Brett McGurk, Reqqa, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de