16:02 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ashton Carter

    Amerîka: Me milîtanekî DAIŞê yê ku li dijî Tirkiyeyê amadehiya êrîşê dikir kuşt

    © AFP 2017/ PIERRE-PHILIPPE MARCOU
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter got operasyona rizgarkirina Reqqayê ji destê DAIŞê wê di hefteyên pêş me de destpê bike û daxuyand ku wan milîtanekî DAIŞê yê ku li dijî Tirkiyeyê amadehiya êrîşê dikir, kuşt.

    Carter li Brukselê civîna çapemeniyê lidarxist û jê hat pirsîn ‘di heman demê de lidarxistina operasyona Mûsilê û operasyona Reqqayê ji aliyê çavkaniyên leşkerî ve wê bibe pirsgirêk an na?"

    Carter ji bo bersiva vê pirsê got "Haya me jê heye ku rastî hevdu tên û jixwe me ev yek didît. Li gorî plansaziya me ku ev tenê ya Amerîkayê ye, ev plansaziya hevpeymanê ye, têra xwe çavkaniyên me hene."

    'DI VÊ MIJARÊ DE NIKARIM HÎN EŞKERE BIM'

    Ashton Carter anî ziman ku li Parîsê civîna wezîrên parastinê yên welatên li dijî DAIŞê koordîneya balafirên şer û wesayitên wekî tankan hêsantir dike û da zanîn ku operasyona Reqqayê wê di nava çend hefteyên pêş de destpê bike.

    Wezîrê Amerîkayî wiha axivî, "Di vê mijarê nikarim hîn eşkere bim. Em dizanin em çi dikin, wek her demê em hêzên xwe bicih dikin, ji bo vê yekê jî plan û bernameyeke me heye. Em ê vê planê pêk bînin. Ji bo rizgarkirina Reqqayê ji destê DAIŞê komkirin û bicihkirina hêzên me wê çend hefteyan bajo."

    'LI SER MÛSILÊ RÊKEFTINEK HAT ÇÊKIRIN'

    Carter li ser pirsekê got di mijara operasyona Mûsilê de, hemû alî li ser serweriya Iraqê û prensîbên bingehîn ên ku rola Tirkiyeyê ya di hevpeymanê de di xwe de dihewîne, rêkeftinek hat çêkirin.

    Ashton Carter got "Em niha li ser sepandina vê yê dixebitin. Em van bi awayekî pir profesyonelî nîqaş dikin. Tenê di navbera min û wezîrên parastinê de nayê kirin, di mijara sepandina presîban de, di navbera leşkeran de jî hevdîtin tên kirin."

    'ME YEK KUŞT, EM Ê DÎSA BIKIN'

    Carter diyar kir ku divê DAIŞ teqez were têkbirin û tunekirin û got ev rêxistin ji bo hemû welatan metirsî ye.

    Wezîr Carter got "Ji bîr nekin DAIŞê him êrîşê Tirkiyeyê kir him jî gef lê xwar. Di beriya demeke kurt de me yekî ku li dijî Tirkiyeyê amadehiya êrîşa terorê dikir, kuşt. Erê me kir, em ê dîsa bikin." Carter dest nîşan kiri ku ev endamê DAIŞê di qada şer de hatiye kuştin lê eşkere nekir ku ev li Sûriyeyê bû an li Iraqê bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: YPG wê di operasyona Reqqayê de cih bigire
    Tirkiye Amerîka û Fransa bo DAIŞê hevdîtin pêk tînin
    Amerîka: Dibe operasyona Mûsilê demek dirêj encam nede
    Amerîka: Operasyona Reqqayê dibe piştî operasyona Mûsilê pêk were
    Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne'
    Amerîka, daxwaza Rûsya ya çavdêriya hilbijartinê qebûl nekir
    Etîketan:
    milîtanekî DAIŞê, amadehiya êrişê, kuştin, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, DAIŞ, Ashton Carter, Reqqa, Sûriye, Mûsil, Tirkiye, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de