00:29 25 Gulan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Birîtanyayê Michael Fallon

    Îngilîstan: Bila YPG beşdarî operasyona Reqqayê nebe

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Michael Fallon di derbarê operasyona Reqqayê de axivî û got nabe ku YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe.

    Li gorî agahiyên nûçeyeke Rûdawê Michael Fallon anî ziman ku bila Hêzên Kurd beşdarê operasyona Reqqayê nebin. Fallon di derbarê sedema vê yekê de jî diyar kir ku ji bo rê li şerê etnîkî were grtin, divê Reqqa ji aliyê Hêzên Ereb ên xwecihî ve were rizgarkirin.

    Hêjayê gotinê ye ku Generalê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Stephen Townsend anîbû ziman ku ji bo hêzên Kurd di operasyona Reqqayê de cih bigirin, ew hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re berdewam dikin û gotibû Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, wê beşdarî operasyonê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: YPG wê di operasyona Reqqayê de cih bigire
    Çavuşoglu: YPG hêzeke herêmî ya Sûriyeyê nahesibe
    Çavuşoglu: "Eger YPG venekişe em dê mudaxale bikin
    Tirkiye mawe da Amerîkayê: "Ya bila YPG vekişe an jî em ê êrişî wan bikin"
    YPG: 'Tenê 2 şervanên me birîndar bûne'
    Etîketan:
    operasyona Reqqayê, beşdarbûn, Generalê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê, Stephen Townsend, Michael Fallon, Sûriye, Îngilîstan, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de