08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    Frank-Walter Steinmeier

    Almanya: Ji bo agirbesta Sûriyeyê pêdivî bi Tirkiyeyê heye

    © AFP 2017/ Tobias Schwarz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku ji bol i Sûriyeyê agirbest were pêkanîn hewceyî bi Tirkiyeyê heye.

    Steinmeier li Berlînê piştî hevdîtina xwe ya bi Serwezîrê Filîstînê Rami Hamdallah re di civîna çapemeniyê de axivî û li ser pirsekê rola Tirkiyeyê ya li Iraq û Sûriyeyê nirxand.

    Steinmeier ragihand ku têkiliya di navbera Tirkiye û Almanyayê de ne li ser ragihandineke hêsan e û got "Bêguman di navbera her du hikumetan de nîqaşên zehmet çê dibin."

    'ROLA TIRKIYEYÊ NE HÊSAN E'

    Steinmeier di warê têkiliyên Ewropayê de him jî di warê Rojhilata Navîn de behsa rola Tirkiyeyê kir û got "Divê em zanibin ku li derdora Tirkiyeyê îxtilafên mezin û zehmet pêk tên û ev îxtilaf li ser Tirkiyeyê bandorê dikin. Ji ber vê yekê ez fêm dikim kur ola Tirkiyeyê ne hêsan e."

    Steinmeier balkişand ser ku ew di civîna hefteya borî da biserneketin ku rawestinada şerê li Sûriyeyê veguherînin agirbestê û anî ziman ku Tirkiye bi rola xwe ya li Sûriyeyê wê karibe tevkariyê li vê yekê bike. Stermeier derbirî ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê û hevalkarên herêmê yên din re vê yekê pêk bînin û got "ji bo vê yekê pêdiviya me bi Tirkiyeyê heye."

    'MÎSOGERIYA ARAMIYÊ DI ÇARESERIYA DU DEWLETÎ YE'

    Steinmeier diyar kir ku wî bi Serokwezîrê Filîstînê Hamdallah re îxtilafa navbera Îsraîl û Filîstînê nirxandine û got divê ev mijara neyê ji bîrkirin.

    Steinmeier da zanîn ku pêkanîna aşitiyê di navbera Îsraîl û Filîstîne de tenê ne daxwaza herêmê ye, daxwaza Almanyayê ye jî û got mîsogeriya aşitiyeke mayînde û aramiyê çareseriya bi du dewletan e.

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya wê berpirsyariya xwe ji bo penaberan bîne cih
    Almanya ji bo leşkerên jin cil û bergên nû çêdike
    Almanya: Ger ku endamekî NATOyê rastî êrîşê were em ê bersiveke xurt bidinê
    Almanya wê êdî bi hêsanî karibe penaberan dersînor bike
    Nûneriyên Almanya yên li Tirkiyeyê bi sedema metirsiyê hatin girtin
    Almanya: Plana agirbestê ya Rûsya-Amerîkayê ji bo Sûriyayê fersendek nû ye
    Etîketan:
    pêdivî, agirbest, Serokwezîrê Filîstînê, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Ramî Hamdallah, Frank-Walter Steinmeier, Filîstîn, Berlîn, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de