16:31 25 Hezîran 2018
erdhej

Li Îtalyayê erdhejeke bi mezinahiya 5.4a pêk hat

© Flickr /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li navenda Îtalyayê li herêmeke bejahî bi mezinahiya 5.4a erdhejek pêk hat û ew erdhej li Romayê jî hat hîskirin. Hat diyar kirin ku di encama erdhejê de tu wendahiya can û mal çênebûye.

Hat dest nîşan kirin ku erdhej nêzîkê 66 kîlomitroyan li başûrê rojhilat ê bajarê Perugiayê bi saeta herêmî di saet 19.11a de pêk hatiye û çend çirke berdewam kiriye.

Her çi qas di daxuyaniya pêşîn a Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) de mezinahiya erdhejê wek 5.6 hat ragihandin jî, paşê saziya jeolojî ya Îtalyayê National Institute of Geophysics and Volcanology (Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Netewî) ew hejmar wek 5.4 guherand.

Şahidên bûyerê ragihandin ku erdhej li rojhilatê Roma ya paytext jî hat hîs kirin û avahiyên sedan salî jî hejiyan.

Bi heman mijarî:

Li deryaya Marmarayê erdhej
Li Sêwasê erdhej!
Li Bûrsayê erdhej
Li Balikesirê erdhej
Li Marmarayê erdhej! 3.5
Li Perû û Tanzanyayê erdhej
Li Îtalyayê di pîleya 6.2 de erdhej: 38 mirî
Etîketan:
bi mezinahiya, pêk hatin, Erdhêj, National Institute of Geophysics and Volcanology (Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Netewî), Roma, Îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de