00:51 19 Tebax 2017
Zindî
    Ofîsa NY li Cenêvê

    DYA û Îsraîlê li NY helwestên xwe yên li hemberî Kubayê guherandin

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşnûmeya ku ji bo rakirina mueyîdeyên li hemberî Kubayê ev cara 25emîn e deng tên dayîn û di karê dengdayînê de DYA û Îsraîlê ev cara yekem e ku bêalî dimînin.

    Pêşnûmeya biryar a ku ji bo Amerîka mueyîdeyên xwe yên aborî û fînansî li ser Kubayê rake, hat amadekirin, piştgiirya 191 welatan girti. DYA û Îsraîlê dengê bêalîbûnê dan, ku wan ji bo pêşnûmeyên berê dengê redkirinê bikar anîbûn.

    Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li NY Samantha Power berê dengdayînê li Lijneya Giştî ya NY axivî û got wek ku Serok Barack Obama jî li Hawanayê diyar kir, em qebûl dikin ku divê siberoja giravê di destê Kubayiyan de be. Power derbirî ku ew ê di dengdayînê bêalî bin û got "bêalîbûna me ya li hemberî vê pêşnûmeyê nayê wê wateyê ku em hemû polîtîka û sepandinên hikumeta Kubayê dipejirînin. Me zêdetirî 50 salan polîtîkaya îzolasyonê dimeşand, êdî em polîtîkaya pêşxistin a têkiliyan dişopînin."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Dewleta Kubayê Castro wefat kir
    Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e
    Rûsya: Dibe ku em vegerin baregehên xwe yên lêşkerî yên li Kuba û Vietnamê
    Kuba ji bo Amerîkayê hêj jî tehdît e
    Etîketan:
    guherandin, helwest, bêalî, karê dengdayînê, Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî, Serokê Amerîkayê, Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li NY, Samantha Power, Barack Obama, Amerîka, Îsraîl, Kuba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de