22:35 23 Tebax 2017
Zindî
    Spûtnîk

    Rojeva rojê bi Spûtnîk Kurdistanê re

    © Sputnik/ Konstantin Chalabov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 662 0 0

    Îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê çi qewimî? Çi çêbû? Nûçeyên giring û yên sereke yên rojê heta saet 5an çêbûne ji aliyê Spûtnîk Kurdistanê ve bi kurtasî tên pêşkêşkirin.

    1-HDPê komîsyona darbeyê terikand

    Ji ber destserkirina Hevserokê Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, Parlamenterên HDPê komîsyona vekolîna darbeyê ya Parlementoya Tirkiyeyê terikand.

    ​2- Amerîka: "Me cebilxane nedaye YPGê"

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby bersiv da Yildirim û ragihand berê jî ji vê kursiyê min gotibû, me tu cebilxane nedaye YPGê.

    3- KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'

    KCKê li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Anli û Kişanak weke xeleka dawî ya polîtîkaya dijminantiya kurdan a desthilatdariya AKPê dinirxîne û dibêje: "Desthilatdariya AKPê weke ku li her derê êrîşî kurdan dike, li paytexta Kurdistanê Amedê jî bi desteserkirina hevserokan re dixwaze bibêje ku ‘ez vîna te nas nakim'."

    4- Pîra kurd: "DAIŞê li ber çavê min serê kurê min jê kir"

    Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê di roja 10emîn de bi tevlîbûna Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam e. Sivîlên ku ji rojhilatê Mûsilê direvin xwe dispêrên Pêşmergeyên Kurdistanê û ji wir jî derbasî kampên penaberan dibin.

    Fezile Mistefa
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Fezile Mistefa

    5- Midûrên Ewlehiyê yên 61 bajarên Tirkiyeyê guherîn

    Guherînên Midûriyeta Ewlehî ya Giştî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarnameyê Midûrên Ewlehî yê 61 bajarî hatin guherandin.

    6- YE: ‘Desteserkirina Kişanak û Anli bûyereke gelekî metirsîdar e'

    Komîsyona YEyê bi daxuyaniyeke nivîskî gotin ku bûyera desteserkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli, bûyereke ‘gelekî metirsîdar e'.

    7-Bermayiyên DAIŞê yên kîmyewî 300 kes fetisandin

    Hinek qutiyên madeyên jehrî ku DAIŞê li dû xwe li bajarê Remadiyê hiştibûn ne ji qestî ve li ser destê welatiyekî hatine şewitandin û di encamê de 300 kes ku piraniya wan jin û zarok fetisîne.

    8- Gazprom: "Dibe di sewkiyata xaza siruştî ya Tirkiyeyê de kêmbûn çêbibe"

    Cîgirê Serokê Lijneya Rêvebir a Gazpromê Aleksandr Medvedev ragihand ku li gorî pêşbîniyan dê îsal 24.5 milyar metrokup xaza siruştî sewkî Tirkiyeyê bibe û ev jî li gorî sala borî kêm e.

    9-Kişanak û Anli wê nikaribin heta 5 rojan parêzerên xwe bibînin

    Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli biryar girt ku heta 5 rojan nikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinan bikin.

    10-Erdogan: "Min ji Pûtîn re got em gelê Helebê têxin aramiyê"

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku min bi Pûtîn re xeberda û jê re got êdî em gelê Helebê têxin aramiyê. Heleb a helebiyan e.

    Bi heman mijarî:

    Rojeva rojê bi Spûtnîk Kurdistanê re
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Viyan Dexîl: Tekane stargeha kêmaran Kurdistan e
    Iraq û Kurdistan ji bo Mûsilê dicivin
    KURDISTAN - Li dijî PKKê sewqiyata leşkerî
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Recep Teyyip Erdogan, Sûriye, Mûsil, Tirkiye, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de