02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Ursula von der Leyen

    Almanyayê bang li Tirkiyê kir ku ‘rêzê nîşanî serdestiya Iraqê bide'

    © AFP 2017/ THIERRY CHARLIER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyenê bang li Tirkiyê kir ku ‘rêzê nîşanî serdestiya Iraqê bide'. Von der Leyenê herwiha diyar kir ku piştî Mûsilê wê pêvajoya rizgarkirian Reqayê destpê bike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya beşa tirkî ya DWyê, Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyenê hewldanên Tirkiyê yên derbarê operasyona Mûsilê rexne kiriye. Von der Leyen di bernameya kaneleke televizyonê de diyar kiriye ku di civîna roja sêşemê ya li Parîsê ya derbarê civîna têkoşîna DAIŞê de ev mijar hatiye nîqaş kirin ku Tirkiye û Iraq ji bo civînê nehatibûn vexwendin.

    'GAVÊN PIŞTÎ OPERASYONÊ HATIN NÎQAŞKIRIN'

    Wezîra Berevaniya Almanyayê aşkere kir ku di civînê de destwerdana Tirkiyê ya di nava xaka Iraqê de hatiye gotûbêjkirin û ji Tirkiyê ya di hevpeymana têkoşîna li dijî DAIŞê de cî digire, hatiye xwestin ku li gorî rêbazan tevbigere. Ursula von der Leyenê got ku wan xwestine rêz ji serdestiya dewletên biyanî re bê nîşandin û di civînê de gavên piştî rizgarkirina Mûsilê jî nîqaş kirine.

    FERMANDARÊ PÊŞMERGE: ME ALÎKARÎ JI TIRKIYÊ XWEST

    Di vê navberê de, li gorî heman nûçeyê, fermandarê Pêşmerge tümgeneral Nureddin Huseyin Herkî ji ajansa nûçeyan a almanî (dpa) re diyar kiriye ku li ser ricaya Pêşmergeyan hêzên tirk ên li Başîkayê guleyên tang û topan avêtine çeperên DAIŞê.

    'PIŞTÎ MÛSILÊ WÊ OPERASYONA REQAYÊ DESTPÊ BIKE'

    Nûçe diyar dike ku di plana Hevpeymana Navdewletî ya têkoşîna li dijî DAIŞê de piştî Mûsilê, ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê amadekirin heye. Wezîra Berevaniya Almanyayê von der Leyenê diyar kiriye ku weke li Mûsilê wê li Reqqayê jî hêzên herêmî bi piştevaniya hêzên hewayî yên hevpeymanê tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    'Rizgarkirina Mûsilê wê dawiyê li DAIŞê bîne'
    Amerîka: Dibe operasyona Mûsilê demek dirêj encam nede
    Îlham Ehmed: Ji bo rizgarkirina Reqayê em li gel Tirkiyê şer nakin
    Ebadî: "Tirkiye ne di heyra têkbirina DAIŞê de ye"
    Ebadî: "Em baş bi pêş ve diçin"
    Etîketan:
    Hêzên hevpeymana navdewletî, DAIŞ, Pêşmerge, Ajansa Nûçeyan a almanî (DPA), Deutsche Welle ya beşa Tirkî, Nûreddîn Huseyîn Herkî, Ursula von der Leyen, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Almanya, Paris, Reqa, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de