22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Kırgızistan

    Hikûmeta Kirgizistanê îstifa kir!

    © Sputnik/ Tabyldy Kadyrbekov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 819 0 0

    Li Kirgizistanê piştî ku partiya Sosyalîsta Demokrat ji hikûmetê veqetiye, Serokê Dewletê Almazbek Atambayev jî îstifaya hikûmetê qebûl kir.

    Hat ragihandin ku piştî ku partiya Sosyalîsta Demokrat ji hikûmetê veqetiye, hikûmeta koalisyonê ku Sooronbay Ceenbekov serokatiya wê dike îstîfaya xwe pêşkêşî Serokê Dewletê Almazbek Atambayev kir. Almazbek îstîfaya hikûmeta ku meha Nîsan bi kolasyona 4 partiyan hatibû damezirandin pesend kir.

    Serokatiya Dewletê daxuyaniyek da û tê de hat gotin ku piştî kolasyona çar-partiyî ji hev ket, Serokê Dewletê Almazbek Atambayev li gorî makeqanûn û qanûnên pêwendîdar biryara îstîfaya hikûmetê îmze kir.

    Herwiha hat ragihandin ku Ceenbekovû endamên hikûmetê heta damezirandina hikûmeteke nû, dê karê xwe berdewam bikin.

    Partiya Sosyalîsta Demokratîk ku mezintirîn partiya Kirgizistanê ye, roja duşemê ji koaliysonê veqetiyabû, piştî ku hevparên wê pêşniyarên wê derbarê guhertinên makeqanûnê de qebûl nekiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji AKPê çend îstîfa
    Serokê Koma Medya ya Doganê Mehmet Alî Yalçindag îstîfa kir
    Li Bazîdê qeyûm îstîfa kir!
    Serokê şaredariya AKPê îstîfa kir
    Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir
    Efkan Ala îstîfa kir
    Gelek rêxistinên navçeyên AKPê îstîfa kirin
    Etîketan:
    îstîfa, partiya Sosyalîsta Demokrat, Almazbek Atambayev, Sooronbay Ceenbekov, Kirgizistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de