09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: "Me cebilxane nedaye YPGê"

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14110

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby bersiv da Yildirim û ragihand berê jî ji vî qursî min gotibû me tu cebilxane nedaye YPGê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna rojane ya çapemeniyê de bersiv da Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ku gotibû ‘Amerîka çekên ku dide YPGê PKK bi kar tîne' û ragihand berê jî ji vî qursî min çend caran got me cebilxane an jî çek nedane YPGê.

    John Kirby di axaftina xwe de got: "Amerîka, li Sûriyeyê tu çek û cebilxane nedane Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Berê jî ji vî qursî min çend caran gotiye. Heta niha me tu amûrên leşkerî nedaye wan û li cem me nêrîna PKKê diyar e."

    EM DIXWAZIN HÊZÊN KOALÎSYONÊ LI DAIŞÊ LÊKOM BIBIN

    Kirby di berdewamiya axaftina xwe de li ser Operasyona Mertalê Firadê ya Tirkiyeyê got. "Em dixwazin hemû hêzên koalîsyonê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê lêkom bibin. Ez ê li vir ji bo qada şer ku kî wê kuderê bigire nirxandinan nekim. Em hemû hêzên koalîsyonê ku yên li Sûriyeyê, Tirkiye û yên din bila hemû hêza xwe li hemberî têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê bikar bînin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: "Me di navbera Tirkiye û YPGê de navbeynkarî nekiriye"
    Oktay Vural:'Ka we digot Amerîka di mijara PYD û YPGê de me fêhm kiriye?
    Amerîka û YPGê li hev kir: Rojavayê Firatê ji YPGê re ye!
    Amerîka: 'Em ê xebata xwe bi PYD û YPGê re berdewam bikin'
    Amerîka: 'Hevkariya bi Tirkiyayê re û desteka li YPGê bi balanseke dijwar tê meşandin'
    Etîketan:
    YPG, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Binali Yildirim, John Kirby, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de