15:02 21 Tebax 2017
Zindî
    ABD’de erken oy verme işlemi başladı.

    Li Amerîkayê karê dengdayînê destpê kir

    © REUTERS/ JIM YOUNG
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li gelek eyaletên DYA ji bo hilbijartina serokê/a nû karê dengdayînê destpê kir.

    Hat ragihandin ku yek ji eyaletên ku karê dengdayînê zû destpêkir, Illinois e û hat diyar kirin welatiyên bajarê Chicago yê wê eyaletê bi awayekî zêde û elqeder çûn navendên hatine diyar kirin.

    Li gel Washington a paytext li gelek eyaletên Amerîkayê tê payîn ku di demên cuda de ji bo karê dengdayîna zû 46 milyon welatiyê Amerîkayê dengê xwe bikar bînin. Li gelek eyaletên Amerîkayê dengdêr bi riya postayê jî dikarin dengê xwe bikar bînin.

    Ji bo hilbijartina Serokatî ya 58emîn a ku wê di 8ê Mijdara 2016a de were lidarxistin, ji aliyê Demokratan ve Hillary Clinton ji aliyê Komarparêzan ve jî Donald Trump ketine pêşbirkê. Bi vê hilbijartinê wê serokê/a 45emîn a DYA were hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    "Bavê tirsê" dê romana Trump binivîse
    Trump û Clinton cara dawî di weşana zindî de hatin hemberî hev
    Donald Trump û Hillary Clinton derbarê Rojhilata Navîn de çi difikirin?
    Trump: Ez ê encamên hilbijartinê qebûl bikim, ger ku biserkevim
    Birayê Obama ji bo piştgiriya Trump çû Amerîkayê
    Etîketan:
    destpêkirin, karê dengdayînê, namzetê Komarparêzan, namzeta Demokratan, Donald Trump, Hillary Clinton, Chicago, Illinois, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de