02:07 21 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê - Pêşmerge

    'Rizgarkirina Mûsilê wê dawiyê li DAIŞê bîne'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Pisporê Weqfa Koleja Parastinê yê NATOyê Matteo Bressan diyar kir ku ger Mûsil were rizgarkirin wê dawî li DAIŞê were û wî pisporî dest nîşan kir ku tu welat nikare bi tena serê xwe pirsgirêka terorê çareser bike.

    Matteo Bressan ê ku li Roma ya paytexta Îtalyayê li Enstituya Zanistiyên Civakî beşdarî konferanseke bi mijara terorîzma navneteweyî bû, anî ziman ku ger Mûsil were rizgarkirin wê dawî li DAIŞê were.

    'ROJHILATA NAVÎN DI SALA 1916a DE BI AWAYEKÎ ÇÊKIRÎ HAT DAMEZIRANDIN'

    Bressan got "divê ev têbigêhin ku gelo em dikarin pirsgirêka derketina terorîzmê çareser bikin. Bi vî awayî em ê vegerin ser mijara Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn a ku di sala 1916a de bi awayekî çêkirî hat damezirandin. Rojhilata Navîn a ku ne ez, şervanên biyanî yên ku wê wek post-Amerîkayî binav dike. Li vê herêmê di heman demê de gelek aktor hene. Di nava wan de Rûsya jî heye. Lê tu kes bi tena serê xwe nikare vê pirsgirêkê çareser bike."

    ‘GOTINÊN NAVBERA DYA Û RÛSYAYÊ ŞERÊ SAR BIBÎR DIXE'

    Bressan anî ziman ku bêyî hevkariya navbera welatan ne pêkan e ev pirsgirÊk were çareser kirin û got "Di derbarê siberoja Sûriyeyê, em hemû rageşiya di navbera DYA û Rûsyayê de dizanin. Gotinên di navbera van welatan de carinan şerê sar bibîr dixe. Lê bêguman ev bi yên raboriyê re nayê muqayese kirin."

    Pêşmerge - operasyon - mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    ‘GER KU NELIHEVKIRIN NEYÊN ÇARESERKIRIN PEVÇÛN WÊ BERDEWAM BIKIN'

    Bressan da zanîn ku di warê leşkerî û dîplomatîk de serkeftinên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bi encamên xwe yên hemû şerên dramatîk dide xuya ku li vî welatî hevsengiya hêzê guheriye û wiha berdewam kir:

    "Li holê ye ku tifaqa Rûsyayê ya li gel Çîn û diyaloga wê ya li gel Tirkiyeyê xwediyê girîngiyeke mezin a jeopolîtîk e, ku ev jî wê bandoreke mezin li herêmê bike. Lê lihevkirin şert e, ji ber ku ji bo hemû welatan pirsgirêkeke hevpar e. DAIŞê li Amerîkayê jî êrîş pêk anî. Rûsya û DYA di derbarê rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê xwe xwediyên lîsteyên cuda ne. Difikirim ku agirbest di serê îlonê hat ragihandin wê riya aşitiyê veke û wê pêşiyê li terorîstên nehatin kuştin bigire, da kul i welatên din belav nebin."

    Etîketan:
    dawî lê anîn, rizgarkirin, DAIŞ, Pisporê Weqfa Koleja Parastinê yê NATOyê, Matteo Bressan, Îtalya, Roma, Rûsya, Amerîka, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de